​​​​​​​Cenazeyê şehîd Cesûr Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE`ê, Cesûr Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya Şehbayê oxir kir.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Cesûr Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin
6 îlon, 2022   17:12
ŞEHBA

Şênî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ji bo wergirtina cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ehmed Mihemed (Cesûr Efrîn) kom bûn ku di 4’ê Îlonê de şehîd bûbû.

Şêniyan bi karwanekî wesayîtan ji pêşiya nexweşxaneyê ya li navçeya Fafînê ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ve bi rê ket.

Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo wiha axivî: “Berxwedana şêniyên Efrîn û şêniyên kantona Şehbayê rêya tekane ya têkbirina dagirkeran û rizgarkirina xaka me ye.”

Xedîce Îbo wiha lê zêde kir: “Berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker ji bo parastina xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê ye. Ji ber ku armanca artêşa Tirk dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştre Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Planên dagirkeriya Tirk berfireh in û em jî li kêleka gerîla ne rê nadin wê ku planên xwe pêk bîne.”

Her wiha, bi navê Rêveberiya Meclisa Kantona Şehbayê, Ehmed Selame wiha anî ziman: “Berxwedana me dê bidome û têkoşîna me dê mezin bibe ta Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û tevahiya kantona Şehbayê rizgar dibin, her wiha em soza meşa li ser şopa şehîdan nû dikin.”

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê (KPC-D), Rûken Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê spart axê.

(mh)

ANHA