Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist

Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê bi dirşûma “Hunera şoreşgerî nasnameya civaka azad e” konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist û di dawiyê konferansê de hevserokatiya yekitiyê û 3 cîgir hatin hilbijartin.

Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist
6 îlon, 2022   16:30
QAMIŞLO

Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê tev li konferansê bûn ku li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo li dar ketiye.

Di konferansê de, hevserokê yekitiyê Elî Ebdullah axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Her wiha Ebdullah got: “Em hêvî dikin ku bi hev re nîşaneyên jiyaneke nû ya hunerî û afrîner xêz bikin da ku civakê xwe ava bikin û kultura xwe dewlemend bikin û biparêzin.”

Ebdullah behsa girîngiya hunerê, di avakirina şaristiyan û têkbirina hewldanên çewisandina hunerê de kir û got: “Çanda me gelek dewlemend e. Ji berê ve gelek hewldan ji bo têkbirina wê û nasnameya şaristanî li ser civaka me hebûn. Divê em hewl bidin çanda xwe vejînin bi rêya parastina wê, afirandina civakeke rewşenbîr û zana ku qîmeta vê çandê û girîngiya hunerê û rola wê di avakirina şaristaniya mirovî û civakî de fêm dike. Divê hemû tev li xebatên avakirinê bibin û wê pêş bixin.”

Ebdullah balkişand ser armanca avakirina yekitiiyê û got: “Armanc, parastina ev afrîneriya dîrokî ya gelê me, şopandina rêya afrînerên berê, berdewamkirina rêya wan a dirêj a zanabûn, afirandinê ye. Yekitiyê ji destpêkê ve li gorî derfetên heyî hewl da bi rêya lidarxistina gelek çalakiyan, wê dîrokê biparêzin. Ji bo ragihandina peyama şaristanî ya tê hêvîkirin, dê rola yekitiyê çalaktir bibe.”

Di dawiyê de Ebdullah bang li endamên yekitiyê kir ku sûdê ji pêşketinên di vê pêvajoyê de rû didin, bigirin da ku civakeke nû ya zana were afirandin.

Paşê hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û got: “Vîna civakê li hember planên dagirkeriyê û êrişan xurt e. Lê çand û huner roleke mezintir lîst. Ji ber huner nasnameya civakê û giyanê wê ye. Ev civak xwedî çand û hunerê kevnar e. Herî zêde êriş li ser çand û hunera civakê ye.”

Hiso diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi hêsanî ji Sûriyê dernakeve, tenê rêyek heye ku hikumeta Şamê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike wê demê tenê dagirkeriya Tirk dê neçar bibe ji Sûriyê derkeve.

Di dawiyê de Xerîb Hiso got: “Ji ber berxwedana me, em di siyaseta dewletên herêmî de bûne navendeke girîng.”

Cîgirê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho axivî û got: “Huner dil û wijdanê civakê ye. Kesek nikare rola afrîner û pêşeng a nûnerên wê înkar bike. Ji ber fikrên wan ên ronakbîr, ew balyozên huner, hezkirin û aştiyê li cîhanê ne.”

Ji ber wê Mariya Aho bang kir ku derfet bên peydakirin da ku berhemehek afrîner û hunereke taybet were avakirin li gorî pêwîstiyên pêvajoya dîrokî ya heyî.

Mariya Aho di dawiyê de got:”Em hêvî dikin ku konferans bi ser keve. Ji bo avakirina civakeke zana ku hemû tev li avakirin û pêşxistina wê dibin, girîngiyê bidin hunerê û belavkirina çanda afrîner, şaristanî û hunerî ya civakê.”

Di dawiya konferansê de, Mistefa Omer û Evîn Elî ji bo hevserokatiya Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Çîmen Osman, Îmad Xelef û Ebdulqadir Sûsik wek cîgirên wan hatin hilbijartin.

(dm)

ANHA