Çandina pîvazan li Şehbayê bandorên dorpêçê siviktir dike

Çandina pîvazan li kantona Şehbayê yek ji girîngtirîn hilberînan e. Rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda dike û hilberîna zêde derdeve derveyî Sûriyê û cotkar ji wê qezencê sûd digirin û hinekî zehmetiyên ji ber dorpêçê çêdibin, sivik dikin.

Çandina pîvazan li Şehbayê bandorên dorpêçê siviktir dike
6 îlon, 2022   06:22
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Li kantona Şehbayê ji ber şert û mercên guncew ên avhewayê û axa berhemdar zêdetirî 800 hiktar zevî bi pîvazê hatin çandin.

Çandina pîvazan li gundê Şêx Îs, navçeya Til Rifet, Kefer Naya, Kefer Nasih, Ehrez, Til Qirah, Um Hoş û Fafînê belav e.

Du cureyên pîvazan hene; yek a zivistanê ku bi navê pîvazê fransî û mor an jî sêvî tê naskirin.

Pîvaza zivistanê di Çileyê de tê çandin û di Tebaxê de tê berhevkirin. Pîvazê mor di Îlonê de tê çandin û di Gulan an jî Hezîranê de tê berhevkirin li gorî avhewayê.

Lê îsal ji salên borî nebaştir bû ji ber ku tenê 500 hiktar bi pîvazê zivistanê hat çandin ku beriya destpêkirina aloziyê digihişt zêdetirî 800 hiktaran.

Ruxmî wê jî, ev rûbera hatî çandin, rêgeza xwe têrkirinê li herêmê peyda dike û ya zêde jî dişînin bajarên din ên Sûriyê yan jî derve.

Ji ber dorpêça tengav ji aliyê hikumeta Şamê ve ji zêdetirî 4 salan ve, çandinî gelek zirar dît.

Dorpêç bandor li ser nirxên pêdiviyên çandiniyê mîna semad, mazot dike ku di xebitandina jeneratorên avê de tê bikaranîn. Buhaya her bermîleke mazotê digihêje derdora milyonek lîreyên Sûriyê.

Vê sal lêçûna her donimek pîvaz gihaşt milyonek û 500 lîreyên Sûriyê. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li qezenca cotkaran kir.

Ji ber bihabûna lêçûnê ku di encama dorpêçê de çêbûye, rûberên çandiniya pîvazê bi rêjeya ji sedî 25 heta 30 kêmtir bûye.

Buhaya kîloya pîvazê di nav sûkan de di navbera 800 û 900 lîre de ye. Ev nirx baş e heke hilberîn serkeftî be.

Têkildarî mijarê hevserokê Beşa Kar û Barên Çandiniyê ya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman ji ajansa me re axivî û got: Pîvaz yek ji hilberînên bingehîn ên herêmê ye. Li gel dorpêçê lêçûna çandina wê pir bû.

Osman wiha domand: Mazot yek ji astengiyên herî mezin e ku bandor li çandina pîvazê dike ji ber buhaya her bermîlekê digihêje milyonek lîreyên Sûriyê.

(dm)

ANHA