Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê; armanc û dem

Êvara çarşema borî li Heleb û Şamê êriş hatin kirin. Ev êriş ketin stûyê Îsraîlê. Êrişa yekemîn li dijî balafirgeha navneteweyî bû û ya din li ser nuqteyeke leşkerî ya li hember balafirgehê bû. Armanc ji van êrişan û dema wan çi ye?

Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê; armanc û dem
6 îlon, 2022   05:57
NAVENDA NÛÇEYAN –YEHYA EL HEBÎB

Li gorî medyaya ser bi hikumeta Şamê ve, roja çarşema borî Îsraîlê balafirgeha Helebê û hin dever li gundewarên Şamê kirin hedef, ji ber van derbeyan ziyanên madî çêbûn.

Çavkaniyekî leşkerî ji medyaya hikumeta Şamê re got: "Êvara çarşemê saet derdora 20:00'an dijmin Îsraîl bi fuzeyan êrişî balafirgeha navneteweyî ya Helebê kir. Di encamê de ziyanên madî gihaştin balafirgehê."

Li aliyekî din jî SOHR'ê ragihand: “Îsraîlê bi 3 fuzeyan cebilxaneyên milîsên Îranê yên li derdora balafirgeha Helebê kirin hedef. Her wiha fuzeyek li balafirgehê ket. Qet ziyan negihaştin balafirgehê, ziyanên madî di depoyên li derdoara balafirgehê de çêbûn."

SOHR'ê her wiha ragihand ku berê agahiyên hêzên Rûsyayê yên di balafirgeha navneteweyî ya Helebê de hebûn ku dê Îsraîl êriş bike û beriya êrişî bi 10 deqeyan seferber bûbûn.

Piştî zêdetirî saetekê li ser êrişa li Helebê, ajansa nûçeyan a girêdayî hikumeta Şamê ev agahî parve kir: "Îsraîla dijmin, bi gelek fuzeyan ji gola Teberiya ya bakurê Filistîna dagirkirî hatin avêtin, êrişeke hewayî bire ser nuqteyên li başûrê rojhilatê bajarê Şamê. Sîstema parastina me ya hewayî bersiva êrişa dijminane da û hinek jê xistin. Di encama êrişê de hinek ziyanên madî çêbûn."

Ajansa ‘Tasnîm’ a Îranê jî li ser zimanê çavkaniyekî meydanî ragihand: “Beriya saet 8’ê êvara roja çarşemê balafirekê li balafirgeha navneteweyî ya Helebê danî û siyonîstan jî pîsta wê balafirgehê kire armanc, beriya 10 deqeyan ku li balafirgehê danîbû. Piştî êrişa bi fuzeyan bi dawî bû, balafira navborî ji balafirgeha navneteweyî ya Helebê ber bi Şamê ve çû, careke din siyonîstan fuzeyek avêt balafirgeha Şamê.”

Kenala 12 a Îsraîlê jî ragihand ku bombebarana li ser balafirgeha Helebê berî gihaştina balafira şîrketa ‘Mahan Air’ a Îranê ku "moşekên li dijî balafiran tê de bûn, pêk hat û got: “Hêza asmanî ya Îsraîlî bi 3 moşekan radar û sîstemên danînê kirine armanc da ku rê li ber derketina balafiran Îranê bigire."

PEYAMÊN ÎSRAÎLÊ

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê jî Lubnanê Serkîs Ebû Zeyd diyar kir ku armanca sereke ya Îsraîlê ji van êrişan ew e ku dixwaze xwe wekî lîstikvaneke sereke li qada herêmî û Sûriyê ferz bike, ji ber ku dizane hewldanên çareserkirinê hene.

Ebû Zeyd got: "Îsraîl bi rêya van êrişan dixwaze peyaman bide hemû aliyên têkildar çi sûrî be, yan îranî, yan rûsî an jî amerîkî yan jî yên din bin ku ew heye û dikare rewşê tevlihev bike û hevsengiyan biguherîne da ku wekî aliyekî sereke destwerdana çareseriyê bike û para wê di çareseriyên dema bê de hebe, bi tayet di aliyê sînorê Sûriye- Îsraîlê de. Ji ber vê yekê ev êriş peyamek e ji bo gelek aliyan e da ku rol û para wê di hevsengî û çareseriyên siyasî yên dema bê de hebe."

Ji destpêka şerê li Sûriyê ve Îsraîlê bi sedên caran êrişên hewayî li dijî Sûriyê pêk anîn. Her wiha her tim dubare dike ku ew ê bersiva hewldanan Îranê yên xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê dewam bike.

Serkîs Ebû Zeyd bi domdarî got: "Îsraîlê gelek caran hewl da derbeyan li hêzên Îranê bixwe, bi navê ku ev hêz hene û lê bi hebûna xwe ne razî ne yan jî dixwaze heta astekê dûrî sînor be. Ji ber ku ditirse Îran li ser sînorê Colanê be. Her wiha têkiliyên Îran û Îsraîlê ne baş in, ji ber vê yekê bi rêya van derbeyan peyamên rasterast an nerasterast bide Îranê, ji ber ku dizane Îran ji şerê li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê dûr dikeve."

'RÛSYA BI FIKAR E, LÊ NAXWAZE DESTWERDANÊ BIKE'

Di sala 2017'an de Îsraîl û Rûsyayê lihevkirinek li ser dûrxistina hêzên Îranê û alîgirên wê 40 km ji sînorê Sûriye-Îsraîlê îmze kir. Ji sala 2018'an ve, Rûsya û Îsraîlê li Sûriyê bi mekanîzmaya "Xeta Germ" dimeşin da ku rê li ber her şerekî di navbera wan de bigire.

Li gorî pispor û çavdêran, Rûsya sûdê ji zexta Îsraîlê ya li ser Îranê digire da ku tevgerên wê yên li Sûriyê kontrol bike. Lê ji destpêka îsal ve, asta derbeyên Îsraîlê zêde bûn, gihaşt asta ku di raporên Îsraîlê de gefan li serokê hikumeta Şam Beşar El Esed bixwe. Ev yek Rûsyayê dixe nava fikran.

Beriya hefteyekê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov "êrişên bi moşekan" yên Îsraîlê li Sûriyê şermezar kiribûn.

Lavrov di civîneke çapemeniyê de ku li gel Feysel Miqdad li dar xist, got Rûsya dê piştevaniya Sûriyê dewam bike û texmîn dike ku Îsraîl rêzê li serweriya Sûriyê bigire û got: "Em daxwazê ji Îsraîlê dikin ku rêzê li biryarên Konseya Ewlehiyê bigire û berî her tiştî rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê bigire."

Serkîs Ebû Zeyd diyar kir ku Rûsya gelek caran nerazîbûn nîşanî êrişên Îsraîlê da ku car caran hewl da bersivê bide da ku hebûna xwe îsbat bike û wiha domand: "Lê Rûsya piştî geşedanên ku li Ukraynayê qewimîn û zêdetirî yek dosyaya herêmî û navneteweyî ji rûbirûbûn û şer dûr dikeve. Her wiha têkiliyên Rûsya-Îsraîlê ne baş in, di gelek nuqteyan de alozî û nakokî di navbera wan de hene. Ji ber vê dibe ku Rûsya helwst an jî rêbazên bersivdayîna Îsraîlê di ber çavan re derbas bike, bêyî ku xwe bixe nava şerekî ku niha naxwaze.

Îsraîl ji tengaviya niha ya Rûsyayê sûdê digire. Ji ber vê yekê hewl dide name û gefan bighînê. Rûsaya bi bihneke fireh li hemberî vê mijarê sekinî, lê heta kengî. Texmîn dikim ku di pêvajoya bê de wê Rûsya neçar bimîne ku helwesta xwe ya li hemberî van derbeyan di ber çavan re derbas bike, wê helweta wê rasterast be an jî bi rêya destekdayîna artêşa Sûriyê be heta ku karibe bersiva van êrişan bide, ji ber ku Rûsya nikare roleke aktîv li Sûriyê û rojhilat bilîze û nikare bersiva Îsraîlê bide. Ji ber vê yek heger rewş wiha dewam bike û pêş bikeve, dibe ku rewşeke tundtir di navbera Rûsya û Îsraîlê de bibînin."

Ev geşedan û êrişên Îsraîlê hemwextî diyalogên li ser vejandina peyama nukleerî ya di navbera Îran û rojavayiyan de rû didin. Hinekî xweşbinî hene ku lihevkirin pêk were ku Îsraîl bi tundî red dike.

Roja çarşemê, berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropa Josep Borrell hêviya xwe ji vejandina lihevkirina bernameya nukleerî ya Îranê 'Di rojên bê de" anî ziman. 8'ê Tebaxê aliyan "forma dawî" ya vejandina peymana ku 2015'an pêşkêş kiribû ku Trump jê vekişiyabû.

 Di hevdîtinên roja Çarşemê de bi serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid re, ku dijberekî tund ê peymanê ye, Biden got, DYA'ê bi vê yekê pabend e ku qet nehêle Îran bibe xwedî çekên nukleerî. Waşîngton ragihand ku Îranê tawîzên mezin daye û dev ji daxwaza xwe ya ji bo rêgirtina li hin kontrolên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê berdaye.

Nivîskar Serkîs Ebû Zeyd destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze bandorê li rêveçûna danûstandinên di navbera Îran û DYA'yê de bike û wiha pê de çû: "Îsraîl bi van derbeyan dixwaze Îran şantaj bike û wê ber bi şerekî ve bikişîne da ku her her diyalogekeke taybet li ser vê mijarê paş bixe an jî asteng bike, nemaze axaftin hene ku çareserî derbarê dosyaya nukleerî ya Îranê di navbera Îran û DYA'ê de nêzîk bûye. Lew ra Îsraîl hewl dide hebûn xwe wekî beşek ji hevsengî û çareserî an jî ji bo bidestxistina garantiyan di siberojê de ferz bike, da ku ne derveyî her çareseriyekê be."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê lubnanî têkildarî senaryoyên muhtemel wiha got: "Ev êriş nîşan dide ku pêvajoyeke nû li pêş e, ji ber ku herêm li pêşberî 2 vebijêrkan e ku her du di pêşbaziyê de ne; yan şer an jî çareserî. Ji ber vê yekê hewl dide di pêvajoya bê de cihê wê li herêmê hebe."

ANHA