Bîlançoya rojên 11 û 12 yên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê:  23 DAIŞ`î hatin girtin, gelek cebilxane hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku di rojên 11 û 12 yên qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 23 çeteyên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin, 7 xendeq û 8 cihên perwerde û îşkencekirinê û miqdareke mezin a cebilxaneyê, hatin dîtin.

Bîlançoya rojên 11 û 12 yên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê:  23 DAIŞ`î hatin girtin, gelek cebilxane hat dîtin
6 îlon, 2022   06:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzn Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya rojên 11 û 12'an ji qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

 ''Di xebatên lêgerîn û teftîşê yên rojên yazdeh û dazdeh ên qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, 23 endamên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin, 6 ji wan jin bûn, û 7 xendek hatin dîtin û 8 cihên ku şaneyên DAIŞ'ê ji bo perwerde û îşkenceyê bikar dianîn jî hatin rakirin.

 Her wiha 4 bombeyên destan, 388 mermî, 3 cercûrên çeka kilaşînkov, 4 çenteyên leşkerî, hejmarek ji xetên peywendiyê û kartên memorî û laptopek ên ku di binê erdê de bûn, hatin desteserkirin."