Dagirkeriya Tirk girtina ava Firatê didomîne: Çirav û qirêjî gefê li jiyana xelkê dixwin

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî da zanîn ku ava çemê Firatê li hin cihan bûye çirav. Ew jî ji ber qutkirina wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye û êdî ev av qirêjî bûye û gefan li jiyana welatiyan dixwe.

Dagirkeriya Tirk girtina ava Firatê didomîne: Çirav û qirêjî gefê li jiyana xelkê dixwin
6 îlon, 2022   05:52
KOBANÊ

Ava vexwarinê bi rêya depoya avê ya gundê Qerekoy ji çemê Firatê digihînin Kobanê. Av tê dezenfektekirin û piştre ber bi girê Îzayê ve tê veguhastin ku lê depoyek heye. 16 saetan dixwaze heta ku tijî bibe. Lê ev yek pirsgirêk e, ji ber qutbûna kehrebeyê, piştî bendava Tişrînê ji xizmetê derket û kehrebeyê nade. Ev yek jî li ser tijîkirina depoya avê bandorê dike û ava li ser gelek taxên Kobanê qut dibe.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî têkildarî mijarê got: "Xeta ji bo Kobanê û gundewarên wê yek e û yedekên wê jî tune ne. Ji ber wê her tim av li ser bajêr qut dibe. Pirî caran jî, ji ber topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî dînamoyên avê ku pê re agir bi zeviyan dikeve, pirsgirêk çêdibin. Bi wê re xetên avê dişewitin û xerab dibin. Lê dema karkerên çaksazkirinê diçin wan xetan çêkin, dagirker guleyan li wan direşînin."

Bozî wiha domand: "Ev pirsgirêk dema xerabbûn li nêzî bajarokê Şiyox ê li gel stasyoa sereke be ku avê dide Kobanê û gundewarên, çêdibe."

Bozî ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Di vê havînê de gelek caran av li ser Kobanê qut bû. Tevî ku serastkirina xetên avê ji 2 saetan zêdetir li ber xwe nade. Lê werşeyên sererastkirinê di bin guleyên dewleta Tirk de dînamo û xetên avê sererast dikirin. Pirî caran jî ber gulebaranê vedikişîn."

´AVA QIRÊJÎ LI SER JIYANA WELATIYAN XETERE YE´

Li ser ava çemê Firatê Bozî ev tişt got: "Tevî kêmbûna rêjeya ava çemê, lê xetereyeke din heye, ew jî xetereya çiravan ku piştî kêmbûna avê çêbûne. Ev çirav vîrusan çêdikin, ruxmî ku av bi madeya klorê tê dezenfektekirin."

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê wek çekekê li dijî herêmê bi kar tîne. Ji du salan ve bi mîqdareke mezin av li ser Sûriyê qut kiriye. Di peymana Enqere û Şamê ya 1987´an de divê dewleta Tirk di saniyekê de 200 metrekab avê berde xaka Sûriyê. Lê niha av ji wê mîqdarê pirî kêmtir bûye.

Mesûd Bozî di dawiyê de bang li welatiyan kir ku avê li gorî pêdiviyên xwe bi kar bînin û wiha got: "Dema yek bi rêya şaş avê bi kar tîne, wê demê li ser kesên din qut dike. Ji ber me pişta xwe dida stasyona li Şiyoxê. Lê bi sedema kêmbûna herikîna ava çemê, çirav çêbûn. Em nikarin wê stasyonê bi kar bînin. Ji ber ava wê nayê vexwarin."

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) endezyar Hemod El Hemadîn got asta avê ya golan di havînê de digihêje 75 metrekab û pêdiviya ava vexwarinê 25 metrekab di saniyekê de ye. Pêdiviya avdanê jî nêzî 140 metrekab di saniyekê de ye. Bi wê re ya giştî dibe 240 metrekab di saniyekê de. Lê rêjeya avê di saniyekê de 200 metrekab e.

(fr)

ANHA