​​​​​​​Dewleta Tirk û PDK’ê li Xelîfanê êrişî gerîla kirin

Hate ragihandin hêzên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê li nêzî bajarokê Xelîfan ê navçeya Soran a Hewlêrê li dijî komeke gerîlayan êriş pêk anîn. Tê gotin ku 2 gerîla şehîd bûne, 3 gerîla jî bi birîndarî dîl ketin destê çekdarên PDK`ê.

​​​​​​​Dewleta Tirk û PDK’ê li Xelîfanê êrişî gerîla kirin
6 îlon, 2022   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî  Rojnews'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, şevê din di derdora saet 19.30 û 20.00’an de komek gerîla ya ji 5 kesan pêktê û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasî herêmeke din a gerîla bibin, rastî êrişa balafira bêmirov ya Tirk hatine.

Çakvaniya bi ewle ya herêmî ragihand çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira Tirk û ew jî ji jor ve li gerîlayan xistine. Di encama êrişa hewayî de du gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî xwe xilas dikin.

Çavkanî diyar kir 3 gerîlayên ji êrişê difilitin ji aliye çekdarên PDK’ê ve tên dorpêçkirin û PDK hewl dide wan dîl bigire. Lê gerîla teslîmbûnê qebûl nakin û bersiva êrişa PDK’ê didin. Di encama êrişa PDK’ê de 3 gerîla bi birîndarî dikevin destê çekdarên PDK’ê.

Ragihandina şerê taybet ya PDK’ê jî îdia kir ku balafirê li wesayîteke gerîla xistiye û wan gerîlayên birîndar rakiriine nexweşxaneyê. Lê çavkaniyên herêmî vê agahiyê derewandin û diyar kirin ti seyare li herêmê nebûye û koma gerîla jî peyabûne.

Li gorî nûçeya NRT’yê peyamnêrê wan Kerîm Keyfî ji ber xwestiye bûyerê ji nêz ve bişopîne ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin!

Heya niha HPG derbarê êrişa PDK-artêşa Tirk de ti daxuyaniyekî ne daye.