​​​​​​​Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Mervan oxir kir

Bi sedan şêniyên Dêrikê cenazeyê şervanê QSD’ê Mervan Dêrik ê ku li navçeya Dêrikê şehîd bûye, li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Mervan oxir kir
4 îlon, 2022   18:04
QAMIŞLO

Şênî û endamên saziyên sivîl li pêşiya nexweşxaneya şehîd Hogir ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Eseed Selahedîn (Mervan Dêrik), kom bûn.

Paşê karwanê wesayîtan ber bi goristana şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ket.

Di destpêka merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Amed Amûdê wiha axivî: “Dewleta Tirk a faşîst di vê qonaxê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû awayan şer dide meşandin, da ku nasnameya gelên herêmê tune bike.”

Amed Amûdê wiha domand: “Xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û piştgiriya wê ji faşîzma Tirk re nikare îradeya gelên herêmê têk bibe, ji ber ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz dane ku ji şopa şehîdan venegerin û dê destkeftiyên wan biparêzin.”

Piştre, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Ebdurehman Xêrkî axivî û got: “Erkê ku di vê qonaxa giring de tê xwestin ew e ku asta têkoşîn û xebata li dijî faşîzma Tirk were bilindkirin.”

Xêrkî wiha axaftina xwe domand: “Faşîzma Tirk ji destpêka damezirandina xwe ve hin aliyên Kurdî di şerên xwe de bi kar tîne. Di vê qonaxa girîng de PDK’ê ji bo şerê gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, bi kar tîne da ku rêyek jê re veke û gerîla dorpêçe bike.”

Her wiha, bi navê malbata şehîd Mervan, rêveberê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Siyamend Elî wiha axivî: “Di şexsa şehîd Mervan de em hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û soza meşa li ser şopa wan nû dikin. Welatên ku bi xwîna şehîdan û hêsirên dayikan hatine avdan tu carî têk naçin.”

Siyamend Elî domand û got: “Dijmin nikare îradeya gelên azadîxwaz ên ku ji bo rizgarkirina vê xakê xwe feda kirine, têk bibe. Yan em bi ser bikevin û bi azadî û rûmet li ser xaka xwe bijîn yan jî em bi serbilindî li ser vê xakê şehîd bibin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Mervan Dêrik ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Mehmûd Ehmed ve hat xwendin û radestî malbata wî kir.

Piştre cenazeyê şehîd li goristana şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

(mh)

ANHA