Siyasetmedar: Armanca lihevhatina Enqere û Şamê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Siyasetmedaran da zanîn ku armanca lihevhatina Enqere û Şamê têkbirina Rêveberiya Xweser e, her wiha xwesteka dewleta Tirk a ji vê lihevhatinê spart binkeftina wê di ferzkirina hegemoniya xwe li ser herêmê de. Siyasetmedaran diyar kirin ku berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê mafekî rewa ye.

Siyasetmedar: Armanca lihevhatina Enqere û Şamê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e
5 îlon, 2022   01:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civînên Tehran û Soçiyê yên di 19´ê Tîrmeh û 5´ê Tebaxê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Her wiha di vê dawiyê de axaftina li ser vegera têkiliyên hikumetên Enqere û Şamê tê kirin.

Li ser mijarê, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Selah Hesen Biro anî ziman ku piştî hevdîtinên dawî yên di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Îranê de û hevdîtinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de êriş zêde bûn da ku zextek li ser Rêveberiya Xweser bikin ji bo ku herêma radestî rejîma Sûriyê bike.

Biro îşaret pê kir ku dewleta Tirk, dewleteke dagirker e, komkujiyên hovane li dijî gelên herêmê pêk tîne, her wiha bang kir ku divê Rûsya û Amerîka qada hewayî ya herêmê bigirin.

Biro diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hevalbend wê parçeyeke bingehîn a têkoşîna li dijî terora DAIŞ´ê ne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Berxwedan û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li dijî dewleta Tirk mafekî rewa ye. Ji ber ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û êrişî herêmê dike. Divê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, derxistina dagirkeriya Tirk û vegera koçberan li herêmên xwe têkoşîn berdewam bike. "

Li aliyekî din jî, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ehmed El Leban wiha got: "Lihevhatinê, hewldana pêkanîna xwestekên Rûsyayê ne ku di civîna sêalî de derket. Her wiha ji bo berjewendiyên stratejîk ên her du welatan, bi taybet ên aliyên aborî, bazirganî û enerjiyê de geş bibin û Washingtonê di dosyayên çekkirina bernameyên F35 û balafirên F16 û dosyaya Rêveberiya Xweser de şantaj bikin. "

El Leban destnîşan kir ku hewldana kûrkirina nakokiyan di mûzaîka Sûriyê de, têkbirina çi hewldana lihevkirina sûrî-sûrî li herêmê ye û xwesteka dewleta Tirk a lihevhatinê nîşaneya binkeftina wê di ferzkirina hegemonya xwe li ser herêmê de ye.

Li ser civîna Soçiyê El Leban diyar kir ku lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê li gorî berjewendiyên stratejîk ên her du welatan çêbû û wiha domand: ''Li gorî wî, ev lihevkirin bi rêya guhertina helwestan li hember bûyeran pêk hat çi li hember metirsiyên Tirkiyê li ser “ewlehiya xwe ya neteweyî”, yan jî avakirina stratejiyeke piştevanê Moskov û hikumeta Şamê li ser hesabê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

El Leban behsa bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê kir û destnîşan kir ku li gorî nêrîna her  duyan şaştî tune ye ku hinek tawîzan bidin bi şerta ku berjewendiyên stratejîk ên mezin pêk bînin li gorî pêwîstiya bi afirandina guhertinên xwedî nakokiyên leşkerî yên kêmtir.

Der barê mijara nêzbûna rûsî-tirk de El Leban got: "Ji ber wê, divê Tirkiyê helwesta xwe biguhere da ku rolan bi hev biguherin ku rewabûnê dide danûstandina bi dosyaya projeya demokratîk a li herêmê yan jî Rêveberiya Xweser re. Bi vê yek, dixwazin sîfeta kar û barên hundir bidin mijarê da ku wisa li mijarê bizivirin û nakokiyê di navbera gelê Sûriyê de kûrtir bikin. "

Ehmed El Leban di dawiyê de wiha got: "Êrişên dewleta Tirk bi rêya çete û balafirên xwe yên bêmirov li dijî welatî, avahî û saziyên sivîl sûc in, her wiha bêdengiya navneteweyî sûceke din li dijî gelê Sûriyê ye. Divê dezgehên çapemeniyê yên herêmî û cîhanê balê bikişînin ser van kiryar û sûcan, armancên wan ên qirkirina gelên li herêmê, xebatên polîtîzakirina rastiyan eşkere bikin ku sûcên dewleta Tirk û dagirkirina wê rewa dikin. "

Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê Mihemed Berkel li ser hewlên dewleta Tirk ên lihevhatina bi hikumeta Şamê re axivî û wiha got: "Em dizanin di navbera dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Îranê de nakokiyên mezhebî û serweriya li ser herêmê hene, bi taybet dewleta Tirk û Îranê. Lê li ser têkbirina doza Kurd û projeya neteweya demokratîk li hev dikin. "

Berkel wiha domand: "Erdogan û Pûtin di civînên civînên Tehran Soçiyê de li ser têkbirina muxalefeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk li hev kirin. "

Berkel îşaret bi erêkirina nixumandî ya dewletên garantor kir ku van herêman derbe bikin û ev tişt anî ziman: "Lê belê dewleta Tirk piştî civîna Tehranê, êrişên bi balafirên bêmirov zêde kirin û dest bi topbarana yekser û êrişên bi balafirên şer kirin. Mîna li Kobanê çêbûye. Her wiha li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêçeke tund hate ferzkirin. Ev hemû rêbaz peyamên hikumeta Şamê ji dewleta Tirk re ne ku ew li dijî projeya Rêveberiya Xweser e."

Mihemed Berkel di dawiyê de wiha got: "Dê partî û hêzên siyasî yên li herêmên Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe ji bo li hember çi êrişên li ser herêmê pêk werin, destekê bidin QSD´ê. Projeya Rêveberiya Xweser wê bi ser bikeve û Sûriyeke nû ya nenavendî ya demokratîk ku tê de hemû pêkhate hebin, ava bibe. "

(fr)

ANHA