Li Stockholmê semînera `Na ji bo tundiya li ser jinan`

Li bajarê Stockholm ê Swêdê bi pêşengiya saziya RONAK semînerek bi navnîşan “Na ji bo tundiya li ser jinan” û li dar ket.

Li Stockholmê semînera `Na ji bo tundiya li ser jinan`
4 îlon, 2022   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Stockholm ê Swêdê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Rojhilatê Kurdistanê li Stockholmê (RONAK) semînerek bi navnîşan “Na ji bo tundiya li ser jinan” li dar ket. Her wiha mijara jin û jinelojî bû rojeva semînerê.

Di semînerê de endama Koordînasyona KJAR a Ewropayê Meryem Fethî, çalakvana siyasî û rojnamevan Nigîn Wetenî û çalakvana siyasî ya fars Şehîn Pûya axivîn.

Hemûyan li ser mijarên weke rola jinan di nav civakê de, pêwîstiya naskirina zanista jinelojî, sedemên pkanîna tundiya li ser jinan, sîstema baviksalarî ya desthilatdar a li ser têgeha zulmê ava bûye nîqaş hat kirin.

Beşdaran rêyên çareseriyê gotubêjkirin û semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.