Roja 11`an a Pêngava Ewlehî û Mirovî bi dîmen û wêne

Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî di roja xwe ya 11`an de bi desteserkirina çanteyeke leşkerî û bi sedan gûleyên çeka kleşnîkof bi dawî bû.

4 îlon, 2022   17:40
HESEKÊ

Barê ku cîhan li ser milê xwe rakirbû şervanên şoreşê hilda ser xwe û çeteyên DAIŞ têk bir. Lê hişmendiya wan hîn zîndî ye ku dewletên navneteweyî der barê vê de tiştekî nakin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xetereya herî mezin re rûbirû hiştine. Li dijî vê xetereya DAIŞ`ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 28 Adara 2021`an de qonaxa yekemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ragihand. Di encamê de darbeyeke mezin li DAIŞ`ê ket. DAIŞ ji bo xwe ji nû ve bi rêxistin bike dîsa kete tevgerê û gelek kuştin di nav Kampa Holê de pêk anîn. Bi taybet jî di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkirina herêmên xwar, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li Kampa Holê ketin nav liv û tevgerê.

Bi armanca mîsogerkirina ewlehiya Kampa Holê û bi taybet jî têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê di 25 Tebaxa îsal de li Kampa Holê qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî hate ragihandin. Pêngav îro roja xwe ya 11`an li dû xwe hişt. Şervan û endamên hêzên ewlekariyê bi awayekî baldar nêzî pênaber û koçberan dibin ku xebatên lêgerînê kon bi kon pêk tînin. Paşê jî pênaber û koçberên di kampê de ber bi cihê wergirtina sicîlan ve tên rêkirin.

Pêngav îro saetên sibehê di 05.00`an de li beşa 5`an a koçberên Sûriyê berdewam kir. Di encama pêngavê de gelek çete û kesên gumanbar hatin girtin. Her wiha 388 guleyên çeka klaşnîkof bi awayekî binaxkirî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin dîtin. Çanteyeke leşkerî jî di nav konekî de hate desteserkirin ku di nav kampê de tiştên leşkerî û rengên leşkerî qedexe ye. Di roja 11`ande çi qewimî bi wêne û dîmen em parve dikin.

Pêngav wê sibe di saetên sibehê roja 12`an de di beşa 5`an de berdewam bike.

ANHA