Rewşenbîr û hiqûqnas lihevhatina bi dewleta Tirk re red dikin

Rewşenbîr û hiqûqnasên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin û hemwextî lihevkirina bi hikumeta Şamê re li Sûriyê siyaseteke nû destnîşan bikin.

Rewşenbîr û hiqûqnas lihevhatina bi dewleta Tirk re red dikin
4 îlon, 2022   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker peymanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan binpê dike. Li hember wê jî bêdengiyeke navneteweyî heye. Di encama êrişên balafirên bêmirov de, gelek welatî şehîd bûn ku di nav de zarok jî hene.

Piştî civînên  Soçî û Tehranê, dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bertekên gelan dewam dike û tevde amadekariya xwe ji bersivdayîna van êrişan û piştgiriya ji QSD`ê re anîn ziman, her wiha banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Tebqayê Ehmed Esed axivî û got: "Ger ev dagirkerê hovane binpêkirinan pêk bîne, mafan desteser bike û xakê dagir bike jî, em ê dev ji xak, projeya xwe ya demokratîk û sembolên xwe bernedin."

Esed destnîşan kir ku ev êriş dê ji xwediyên xwe re bibe bela û ji civata navneteweyî re ku li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê tevde bê deng e, rûreşiyek be.

Esad wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir kiriye, hemû cûre zilim û zorê li dijî gelên Rojhilata Navîn, bi taybet gelên Sûriyê û Iraqê pêk tîne. Dewleta Tirk li dijî gelê herêmê yê azad ê ku her tim banga jiyaneke demokratîk dike, siyaseta plankirî ya wêrankirî dimeşîne."

Esed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî bi balafirên bêmirov ên bi çek fermandar, pêşeng û gund û bajaran dike hedef. Esed qetilkirina 4 zarokan li navenda perwerdeyê ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temirê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi bîr xist.

18'ê Tebaxa borî, balafireke dewleta Tirk a dagirker navenda perwerdeyê ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temirê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bombebaran kir, di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Mîlad Faris da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji sûc û kiryarên ku pêk tîne, ew e ku hişmendiya rijandina xwînê ya hovane vegerîne û got: "Ne mimkun e ku li gel berxwedana nîştimanî û mirovî, zîhniyeta desthilatdar dewam bike."

Faris îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan jinan dike armanc da ku vîna wan bişkîne, ji ber ku jinan di hemû qadên jiyanê de rola xwe isbat kiriye, mînaka wê jî fermandarên li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine, dike armanc.

Dewleta Tirk a dagirker 22`yê Tîrmeha derbasbûyî bi balafireke bêmirov a bi çek fermandara YAT`ê Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û şervana YAT'ê Barîn Botan li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo kir armanc, di encamê de şehîd bûn.

 

Mîlad Faris diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, binkeftina wê di pêkanîna armancên xwe de nîşan dide, di heman demê de siyaseta wê ya qirêj û binpêkirina qanûnên navneteweyî eşkere dike.

Faris anî ziman ku hikumeta Şamê berpirsa van êrişan e, ji ber ku li hember wan tu helwestên cidî nîşan neda. Her wiha banga domandina berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.

'LI GORÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ SÛCÊN ŞER'

Hiqûqnas Kawa Fatimê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên taybet bi parastina welatiyan nexasim zarokan binpê dike.

Fatimê bal kişand ser peymana Cinêvê ya 1949`an a têkildarî parastina zarokan di demên şer de, protokolên girêdayî vê peymanê ku NY`yê 1977`an ragihand û got, dewleta Tirk rasterast sivîl û zarokan jî dike hedef.

Parêzer Xalid Îbrahîm jî got, dewleta Tirk a dagirker, di êrişên xwe de ferqê naxe navbera sivîl û leşkeran û zarok û jinan û hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Xalid Îbrahîm wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên tundraw ên ku pê re hevkar in, li gor qanûnên navneteweyî û qanûnên li ser asta nîştimanî yên herêmî û navneteweyî sûcên şer û li dijî mirovahiyê pêk tînin. Lê mixabin dosya mirovî û qanûnî û siyasî tev li hev dikin ku ya siyasî li ser hesabê dosya mirovî û qanûnî tê avakirin, lewma zehmet e hesab ji Tirkiyê were xwestin."

'ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ NE'

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqa Xalid Hesen anî ziman ku geşedanên herêmî, nexasim ên girêdayî şerê Ukraynayê-Rûsya berê rojev û hevsengiyan guhartin û di sîstema cîhanî de tevlihevî çêkir.

Her wiha  destnîşan kir ku civînên vê dawiyê, bi taybet a li Tehranê ku di navbera serokên Rûsya, Tirkiy û Îranê de pêk hat û civîna li Soçiyê ya di navbera serokên Tirkiyê û Rûsyayê de hişt ku siyaseta Tirkiyê ji kokê ve were guhartin.

'DIJMINÊ DUH HEVALÊN ÎRO NE'

Hesen wiha axaftina xwe dewam kir: "Em dizanin ku li gorî berjewendiyan dibe dijminên duh bibin hevalên îro. Berjewendiyên Rûsya, Îranê û Tirkiyê li cihek din ji rikberiya berjewendiyên Amerîka rastî hev hatin ku hewl dan bi yên dewletên Kendavê re bigihên hev. Van her sê dewletan qada Sûriyê girîng dîtin û di civînê de jî wek bûyerke girîng nîşan dan."

Hesen anî ziman ku Rûsya ji Erdogan xwest operasyonên leşkerî rawestîne, lê dîsa jî li ser bikaranîna balafirên bêmirov û hedefkirina fermandar û welatiyan erê kir.

Hesen da zanîn ku armanca ji van êrişan ew e ku zextê li ser Rêveberiya Xweser û projeya wê bikin da ku li ser cografiya Sûriyê siyaseteke nû ava bikin û destnîşan kir ku di vê civînê de Rûsya xwest rejîma Tirk û hikumeta Şamê bigihîne hev.

Hesen bi domdarî got: "Em ne li dijî lihevhatina Tirk û hikumeta Sûriyê ne, ji ber ku her bihosteke axa Sûriyê hemû sûriyan, hikumeta Sûriyê, artêşa Sûriyê û me jî eleqedar dike. Lê divê ev lihevhatin ne li ser hesabên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.''

Hesen destnîşan kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku kesên bêguneh qetil dikin, binpêkirina serdestiya xaka Sûriyê û qanûnên navneteweyî ye û anî ziman ku bêdengiya hikumeta Şamê û dewletên din isbat dike ku bi rejîma Tirk re hevkar in.

Endama Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xedîce Bidêwî got, di qanûnên navneteweyî û hemû peymanan de êrişa li ser dewletekî sûc e û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên mêtîngeriyê ew e ku qada dagirkiriya xwe li Sûriyê berfireh bike, ne tenê 30 kîlometreyan, lê ji wisa zêdetir dagir bike, armanca wê ew e împratoriya Osmanî vegerîne."

Xedîce Bidêwî anî ziman ku ew ê ne bi çekan, lê bi berxwedanê li dijî van êrişan bisekinin û li hêviya tu kesî namînin ku çekan bidin wan.

Xedîce Bidêwî di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û civata navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.

(eh)

ANHA