Bîlançoya roja 10´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê; 14 DAIŞ´î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya roja 10´an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê eşkre kir û tekez kir ku wan 14 çeteyên şaneyên DAIŞ´ê girtine, 5 xendek, cilên leşkerî û 16 telefonên destan dîtine.

Bîlançoya roja 10´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê; 14 DAIŞ´î hatin girtin
4 îlon, 2022   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 10´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir û ev agahî parve kirin:

"Hêzên me di operasyona lêgerîn û paqijkirinê ya roja 10´an de 14 endamên şaneyên DAIŞ´ê girtin, 5 xendekên ku şaneyên DAIŞ`ê ji bo xweveşartinê bi kar dianîn û cilên leşkerî dîtin. Her wiha hêzên me 16 telefonên destan ku di bin erdê de hatibûn veşartin, dîtin."

(fr)