Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de li beşa 5`an a Kampa Holê ku taybet bi koçberên sûrî ye, didome.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de didome
4 îlon, 2022   06:11
HESEKÊ

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ/YPG, QSD`ê di 25 Tebaxê de li Kampa Holê hate destpêkirin ket roja 11`an de.

Îro saet di 05.00`ê berbangê de pêngav li beşa 5`an ku duh bi temamî nehatibû kontrolkirin berdewam dike. Pêngava ku ji bo mîsogerkirina ewlehiyê li kampê, her wiha ji bo têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê didome, bi tevlîbûna bi sedan şervanên QSD, YPG/YPJ`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li konan yek bi yek operasyonên lêgerînê pêk tên. Koçberên beşa 5`an bi awayekî ewle ber bi cihê wergirtina sicîlan ve tên birin.

Di encama operasyonên lêgerînê de, di saetên serê sibehê de 388 fîşekên çeka klaşnîkof ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dîtin.

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê didomin.

ANHA