​​​​​​​Tîma Roj bû şempiyonê Turnovaya Futbolê ya Şehîd Ferhad Dêrik

Tîma Roj a futbolê di Turnovaya Futbolê ya Şehîd Ferhad Dêrkê de bû şampiyon piştî ku li hember tîma Aliya lîst û bi ser ket. Her wiha malbata şehîd Ferhad Dêrik tîma serkeftî xelat kir.

​​​​​​​Tîma Roj bû şempiyonê Turnovaya Futbolê ya Şehîd Ferhad Dêrik
3 îlon, 2022   21:06
QAMIŞLO

27 tîmên ji navçeya Girkê Legê û Dêrikê tev li turnovayê bûn.

Îro maça dawî bû ku di navbera tima Roj a gundê Zihêriye yê Dêrikê û Aliya ya Girkê Legê de bû.

Maç li stada Kornîş a Dêrikê li dar ket.

/ar/uploads/files/2022/09/03/204408_2022-09-03-drk-fotboll-28179104229-.webp

Di dawiya maçê de, tîma Roj bû şempiyonê turnovayê û ji aliyê malbata şehîd Ferhad Dêrikê ve hat xelatkirin.

ANHA