​​​​​​​Komxebata Şêwirê: Nenavendîbûn ji bo çareseriya krîza Sûriyê pêwîstiyek e

Di roja duyemîn a Komxebata Şêwirê ya Reqayê de nenavendîbûn û pêwîstiya pêkanîna wê li Sûriyê ji bo krîza Sûriyê çareser bibe, azarên sûriyan û pêwîstiya lihevkirina siyasî hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Komxebata Şêwirê: Nenavendîbûn ji bo çareseriya krîza Sûriyê pêwîstiyek e
3 îlon, 2022   12:25
REQA

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zebiye El Nasir di Komxebata Şêwirê ya Reqayê de têgeha nenavendîbûnê şîrove kir û wiha got: "Ji bilî tecrubeyên navneteweyî yên cihêreng di pêkanîna nenavendîbûnê de mîna sîstema rêvebirina dewletê de, ew hemû sîstem ji bo rêgezên demokrasî û hevbeşiyê xebitîn, asta debarê û ya aborî bilind kir û edaleteke civakî ji welatî û civakên herêmî re bi awayekî tê qebûlkirin, pêk anî."

Zebiye El Nasir wiha domand: "Tevî hemû hewldanên veguherîn û pêşdeçûnên fikrî, siyasî, aborî û civakî ku têgehên nenavendîbûnê di serdema nûjen de ava kirin, lê Sûriyê wek dewlet li gel wê tecrubeyên pêşeng ên cihêreng hene. Yekemîn destûra nenavendî li Rojhilata Navîn, destûra Sûriyê di 1920´an de bû. Di madeya duyemîn a destûrê de hate gotin ´Sûriye ji kantonan pêk tê û yekitiyeke siyasî ku nayê parçekirin, ava dike´. Bi wê re nenavendîbûn ne afirîneriyek e yan jî rewşeke awarte li Sûriyê ye. Lê belê ji dema damezirandina Sûriyê û heta vê kêliyê ve dozeke pêşkêşkirî û tê nîqaşkirin."

Zebiye El Nasir îşaret pê kir ku nenavendîbûn niha li Sûriyê tune ye û ev tişt anî ziman: "Di yekemîn destûra li welat de di qonaxa damezirandina Sûriyê de bû û bi navê destûra Feysel dihat nasîn. Di 8´ê Adara 1920´an de kongreya Sûriyê ragihand ku hikumeteke sivîl ava kir û destûrek ji Sûriyê ji 12 bendan û 147 madeyan saz kir. Ji wê zêdetir di madeya duyemîn de naverok li ser nenavendîbûna dewletê heye. Her wiha di madeya 27´an de îşaretê bi hikumeta giştî ya kantonên Sûriyê dike ku ji desteya wezaretê pêk tê. Ew deste jî berpirsê Meclisa Nûneran a Giştî ye."

Zebiye El Nasir wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dûre destûra 1922´yan derket, bi wê re qanûna bingehîn a yekitiya Sûriyê hate ragihandin. Ew qanûn jî mîna destûra federalî ya kantonan/dewletên Şam, Heleb, çiyayên Elewiyan bû. Piştre jî destûra 1950´î ku ji 166´an madeyan pêk tê hat avakirin. Di vê destûrê de erkên parlamentoyê û desthilata dozgeriyê bi rêya nûjenkirina dadgeha destûrê ya bilind lê hatin zêdekirin."

Zebiye El Nasir ev tişt berdewam kir: "Di destûrê de di 6 madeyên wê de; dabeşbûna rêveberî di komarên Sûriyê de hate nîqaşkirin. Her wiha li ser berfirehkirina erkên yekîneyên rêveberiyê li parêzgehan hat nîqaşkirin. Li madeyên mafên giştî yên destûra 1950´ê, hatin parastin û berfirehkirin û bûn 28 made ku tê de maf û azadî hene."

Zebiye El Nasir bal kişand ser dema yekitiya komara erebî ya di navbera Sûriyê û Misirê ya 1958´an de û ev tişt anî ziman: "Di wê demê de navê komara Sûriyê bû Komara Erebî ya Sûriyê û ev yek heta piştî darbaya ku Partiya Bassê di 1963´yan de pêk aniye li ber xwe da. Di 1971´ê de qanûna rêveberiya herêmî ya avakirina meclisên gel ên herêmî li parêzgehan avakirin. Ev made nehatin pêkanîn û ji naveroka xwe derketin."

Zebiye El Nasir îşaret bi qanûna rêveberî ya herêmî ya 107’an a li gorî biryara qanûnî ya 23´yê Tebaxa 2011´an kir û got ew qanûn ji 161 madeyan pêk tê. Armanca wê pêkanîna nenavendîbûnê bi rêya desthilat û berpirsiyariyên ji navendê ber bi aliyan ve bibe. Ew yek li gorî plana neteweyî ya pêkanîna nenavendîbûnê ye.

Zebiye El Nasir da zanîn ku têgeha nenavendîbûnê di vê qanûnê de tenê di aliyê rêveberiyê, erk û desthilatiya di destê berpirsên parêzgehan de ma ku ji hêla dewletê tên erkdarkirin. Li kêlek wê jî erkên meclisên herêmê werin qelskirin.

Zebiye El Nasir diyar kir ku navendîbûna destpotî ya li Sûriyê sedema krîza heyî ye. Wê yekê welat kir vê rewşê.

Zebiye El Nasir eşkere kir ku pêdiviya Sûriyê bi çareyeke nîştimanî heye ku krîzên siyasî, civakî û aborî bi dawî bike. Ji ber Sûriyê dewleteke pirçandî, etnîk, mezheb û ol e. Sîstema nenavendîbûnê çareyeke herî guncaw ji bo rêvebirina dewletê ye.

Li ser têgeha nenavendîbûnê Zebiye El Nasir destnîşan kir ku wateya nenavendîbûnê veguhastina desthilat, berpirsiyarî, erk û daneyan ji navendî ber bi aliyan ve li gorî mekanîzmeyan destûrî yên diyar e. Bi wê re desthilat li ser gelek astan tê belavkirin, da ku beşdariya civaka herêmî di xwerêvebirinê de geş bibe, tedbîrên bîrokratiyê werin hêsankirin û lezbûnek bikeve destkeftiyên rêveberiyê, xizmetguzariyên aktîf werin pêşkêşkirin, gendelî bi dawî bibe û rêvebirineke darayî pêk bê.

‘NENAVENDÎBÛN ÇAREYA YEKANE YA KRÎZA SÛRIYÊ YE’

Zebiye El Nasir li ser vê yekê ev tişt got: "Li gel bûyerên li ser civaka Sûriyê ji parçebûn û dubendîbûna siyasî, civakî, erdnîgarî û çandî pêk tên, nenavendîbûn ji bo çare û garantiya yekitiya xaka Sûriyê têketinek e. Sûriyê bi rewşa xwe ya niha di nava 3 herêman de parçekirî ye. Têkiliyên di navbera wan herêman de tune ye. Tê de destpotiya navendî û projeyên nenîştimanî hatin pêkanîn ku dikevin xizmetî ajandeyên dewletên herêmî."

Zebiye El Nasir da zanîn ku nenavendîbûn pêwîstî û garantiya yekitiya xaka Sûriyê ye. Nenavendîbûn jî pêdiviyeke rêveberî ye ku dûrxistin, paşgukirin û mehrûmkirinê çareser bike.

RÊGEZÊN BINGEHÎN ÊN NENAVENDÎBÛNÊ LI SÛRIYÊ

Zebiya El Nasir rêgezên bingehîn ên nenavendîbûnê li Sûriyê xwendin û wiha rêz kirin:

“1- Pêwîstiya Sûriyê bi nenavendîkirina erdnîgarî heye ku sîstema herêm û parêzgehan bipejirîne. Ji ber ku rewşa Sûriyê dabeşkirina desthilatê li ser astên xwecihî ferz dike ku pêşketineke mayînde li hemû deveran bi awayekî wekhev pêk bîne û behem, berpirsyarî liheêmê diyarke sînordar nemîne.

2- Li gorî planeke çaksazî ya xwecehî û nîştimanî, divê di qada siyasî, rêveberî û diravî de nenavendîbûyîn were pêknîn.

3- Divê  nenavendîyîûn di her sê desthilatan de (rêveberî, qaûnsaz û dozgerî) de were pêkanîn û ev desthilatan ji hev werin cudakirin. Divê li her herêmeke erdîngarî nenavendîbûyîn di her sê desthilatan de hebe û mafên her herêmekê heye ku her sê desthilatan li ser asta herî jêr (kanton) ava bike û ev desthilatî di çarçoveya sînorê rêveberî de ji aliyê gel ve were hilbijartin.

4- Pêwîstiya Sûriyê bi peymaneke civakî li ser astên xwecihî û nîştimanî heye ku nirxên hemwelatîbûn, demokratîk, welatê hevbeş û nasnameya niştimanî ya pirrengî û mafan esas bigire.

5- Ji bo pêşxistina têkiliyan li ser asta civak û dewletan, ruhê serdemê ku li ser bingehê peywendî, lez û globalbûnê li ser me ferz dike, ji ber vê yekê mafê her herêm an parêzgehek (nenavendîbûn) heye ku bi gelên cihêreng re têkiliyên civakî û çandî li ser esasê piştgiriyê pêk bîne ku ne li dijî siyaseta giştî ya dewletê be.

6- Mafê her herêmek an jî parêzgehekê heye ku li ser asta nîştimanî ya giştî xwedî hêzên ewlehî û artêş be.”

Zebiya El Nasir di dawiyê de got: "Li hemberî van rastî û rageşiyan, tu çareserî ji aloziya Sûriyê re tune û du vebijêrk li pêşiya hêzên nîştimanî yên demokratîk in:

1- An dê bi rewşa heyî razî bin û li hemberî projeyên ne nîştimanî û ne demorkatîk bin keftî bin û li ber xetere û bandorên wê yên li ser Sûriyê bin.

2- An jî wê bi hev re li ser nêrîn û bernameyeke yekbûyî kar bikin ku navendîbûnê wekî kilîta çareseriyê esas bigirin.”

Komxebat bi nîqaşên beşdaran dewam dike.

(fr)

ANHA