DYA: Rûsya enerjiyê wek çekekê li dijî Ewropayê bi kar tîne

Şîrketa Gazprom ragihand ku heta demeke nediyar bi temamî hinardekirina gazê ji bo Ewropayê rawestandiye. DYA’yê jî diyar kir ku Rûsya enerjiyê wek amûreke zextê li dijî Ewropayê bi kar tîne.

DYA: Rûsya enerjiyê wek çekekê li dijî Ewropayê bi kar tîne
3 îlon, 2022   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Gazprom duh ragihand ku heta demeke nediyar bi temamî hinardekirina gaza xwezayaî ji bo Ewropayê rawestandiye.

Tê payîn ku ev yek tengasiya peydakirina sotemeniyê di zivistanê de li Ewropayê zêde bike.

Reutersê ragihand ku berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYA’yê der barê girtina xeta boriya ku gazê digihîne Ewropayê de got: "Mixabin ne ecêb e ku Rûsya enerjiyê wek çekekê li dijî Ewropayê bi kar tîne.”

Wek cezayên li dijî Rûsyayê ji ber mudaxeleya wê ya leşkerî ya li Ukraynayê, tê payîn ku Yekitiya Ewropayê wergirtina petrola xam di destpêka Kanûnê de qedexe bike.

Roja înê, Koma G7’an bi awayekî fermî qebûl kir ku sînorek li ser nirxê petrola Rûsyayê bisepîne da ku dahata Moskovê kêm bike û di heman demê de rê li petrolê bo bazarên cîhanî bigire.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYA’yê got DYA û Ewropa hevkariyê dikin da ku pêdiviyên pêwîst peyda bikin.