Parlementera HDP’ê Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin

Parlementera HDP’ê Semra Guzel a ku duh hatibû destgîrkirin îro sewqî edliyeyê hate kirin.

Parlementera HDP’ê Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
3 îlon, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Adarê de parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Galan (HDP) a Amedê Semra Guzel hatibû rakirin û duh li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Semra Guzel a ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Çaglayana Stenbolê kirin.

Tê payîn ku Semra Guzel wê îfadeyê bide Serdozgeriya Enqereyê ku derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin.