QSD'ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD'ê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a 4 şervanên wan şehîd kirine, derewand.

QSD'ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
3 îlon, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ev agahî parve kir: ''Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniyên xwe yên 1 û 3’ê Îlonê de îdia kiribû ku di her du rojan de 4 şervanên me şehîd xistine. Ev îdia ne rast in."

ANHA