Dagirkeriya Tirk û rêxistinên Îxwanî li Efrînê avakirina avahiyên mêtingehiyê didomînin

Dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên Îxwanî yên alîgirên wê siyaseta guhartina demografîk li kantona Efrînê ya dagirkirî didomînin. Bi wê re saziya ‘Wefa El Muhsenîn’ avahiyeke mêtingehiyê li navçeya Cindirêsê ava kir û beşeke koçberan lê bi cih kirin û amadekariyên veguhastina beşa duyemîn beriya zivistanê tên kirin.

Dagirkeriya Tirk û rêxistinên Îxwanî li Efrînê avakirina avahiyên mêtingehiyê didomînin
3 îlon, 2022   09:56
ŞEHBA

Di çarçoveya guhartina demografiya kantona Efrîna dagirkirî de, rêxistinên Îxwanî yên bi navên "Xeyrî" û bi fermana yekser ji dewleta Tirk a dagirker dixebitin, avahiyên mêtingehiyê li Efrînê ava dikin û koçberan lê bi cih dikin.

Saziya ‘Wefa El Muhsenîn’ avahiyek ku ji 34 malan pêk tê, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ava kir û koçber lê bi cih kirin.

Ev yek qonaxa yekemîn a projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê ye. Her wiha saziyê ji beriya çend hefteyan ve dest bi avakirina ya duyemîn kir û tê de 80 mal hene.

Dewleta Tirk a dagirker û komên Îxwanî (Îxwan Muslimîn) di avakirina avahiyên mêtingehiyê li kantona Efrînê de berdewam dikin ka ku nasnameya kantona Efrînê ya resen biguherînin û tev li xaka Tirkiyê bikin.

Ev yek, di çarçoveya projeya "vegerandina milyonek penaberan" de ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di Gulanê de ragihandibû, pêk tê.

Erdogan di 3´yê Gulanê de projeya bi navê "vegera dilxwazî" ya milyonek penaberên sûrî bi desteka rêxistinên Tirkiyê û navneteweyî, eşkere kiribû.

Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk a dagirker Suleyman Soylu beriya 2 mehan di civîneke li Enqereyê de projeyek ku ji 100 hezar xaniyan pêk tê li Sûriyê, eşkere kir. Her wiha Soylu got heta niha nêzî 60 hezar xanî li 259 nuqteyan hatine avakirin û hejmara malbatên ku tê de bi cih bûne 51 hezar û 427 malbat e.

(fr)

ANHA