Li gundewarê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer derket

Li gundewarê başûrê bajarê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer rû da.

Li gundewarê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer derket
3 îlon, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê gundên Bare û Fetîra yên başûrê Idlibê bi obîsên giran topbaran kirin. Heman demê çeteyên dewleta Tirk a dagirker cihên kombûna hêzên hikumetê yên li ser girê Zeytûnê û Hentotîn yên gundewarê başûrê Idlibê kirin hedef. Agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.

SOHR'ê ragihand ku li gundê Birêc ê başûrê Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê di encama sîuqesta çeteyên dagirkeriya Tirk de hat kuştin.

Duh, hêzên hikumeta Şamê bi obîsan derdora gundê Şêx Sindiyan ê rojavayê Idlibê û rêya ku destek ji çeteyên dewleta Tirk re diçe ya Sehil Xab yê gundewarê bakurê rojavayê Hemayê û baregehên wê yên li Cebel Ekrad û Kebana yên gundewarê Laziqiyê topbaran kirin

Di rêya rojava ya Iştebriq- Şêx Sindiyan re, ku diçe Sehl Xab û Cebel EKrad ê rojavayê çiyayê Laziqiyê, destek ji çeteyan re diçe.