Roja 9'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 4 çete hatin girtin, jineke êzidî hate rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja 9'an a Pêngava  Mirovî û Ewlehiyê de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin, 33 cihên perwerdeyê yên şaneyên DAIŞ'ê hatine rakirin û jineke êzidî hate rizgarkirin.

Roja 9'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: 4 çete hatin girtin, jineke êzidî hate rizgarkirin
3 îlon, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

''Di çarçoveya xebatên lêgerîn û lêkolînê de hêzên me di roja 9’emîn de 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin û 33 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar dianîn, rakirin.

Her wiha hêzên me jineke êzidî jî dît ku çeteyên DAIŞ’ê gef li wê xwaribûn ku tiştekî nebêje û di nava malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de bimîne."

ANHA