Murat Karayilan: Di şexsê şehîd Ebûzeyd de welatparêziya Mexmûrê kirin hedef

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan bi wesîleya şehadeta Ebûzeyd Ebdullah peyameke sersaxiyê da û got “Dijmin di şexsê hevalê Ebûzeyd de welatparêziya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî kir hedef.”

Murat Karayilan: Di şexsê şehîd Ebûzeyd de welatparêziya Mexmûrê kirin hedef
3 îlon, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa hewayî de ya ku di 29’ê Tebaxê de ji aliyê balafira bêmirov a biçek ve ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk hatibû, welatiyê bi navê Ebûzeyd Abdula Ubeyd şehîîd bûbû.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan bi wesîleya şehadeta Ebûzeyd Ebdullah peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de wiha hate gotin:

“Malbata hêja; di êrişa dewleta Tirk a faşîst, bêbext û tirsonek de şehadeta heval Ebûzeyd em pir xemgîn kirin. Ez bi navê rêveberiya tevgera me, ji bo tevahî ehlê malbatê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo tevahî gelê me yê hêja yê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û ji bo tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Û em dibêjin Xwedê rehma xwe lê be. Kesekî weke heval Ebûzeyd paqij û dirust li her derekê wê cihê xwe bi rûmet be. Em wekî tevger êş û xemgîniya we par vedikin. Sozê me dayî şehîdên qehreman, em ji bo şehîdê hêja; rêheval Ebûzeyd careke din dubare dikin. Em dibêjin, Ey şehîdê hêja; bila dilê te şad be, wê xwîna te li erdê nemine. Xem û xeyalê te, wê bibin heqîqet. Di rêya we de heya Kurdistana azad û serfiraz em ê bi bîranîna we têkoşînê bilind bikin. Em ê heya dawiyê di vê soz û peymana me dayî we de girêdayî bin.’

Heval Ebûzeyd di şoreşa me de kesekî xwedan ked bû. Keda xwe ya nêzî 35 salan heye. Ez bi xwe vî welatparêz û şoreşgerê hêja 29 sal in nas dikim. Bi gelek xebat, ked, dirustî û cesareta wî re bi xwe bûme şahid. Bi sekna xwe ya welatparêzî, di welatê xwe de girêdayî, bi sekna xwe ya bi biryar nimûneyekî pir mezin e. Hevalê Ebûzeyd di Kurdistanê de temsîla welatparêziyê, mêrxwazî û fedakariyê ye. Bi dirûstiya xwe, bi paqijiya xwe û bi sekna xwe ya bawerî dide mirov, di sozê xwe de girêdayibûnê de nimûneyekî mezin e. Hevalê Ebûzeyd wekî kesekî ji Botanê, ji gundê Dêra Hînê, ji eşîra Goyiyan bi keda xwe ya salan û bi têkoşîna xwe eşkere kir ku, ew wekî temsîla welatparêziya Botanê bû xwedan rol û rûmet. Bi dirustî, paqijî û bi sekna xwe nirxê mirovatiyê û yê hevaltiyê temsîl dikir. Şehîd Ebûzeyd wekî heval û welatparêzekî bi Serok Apo ve, bi Kurdistanê ve, bi şehîdan ve pir girêdayî bû. Mirov dizanibû ku tu tiştek nikare ew girêdaniya wî ya bi van nirxan û biryarbûna wî bandor bike. Ne tiştekî hêsan e ku bi salan di hundirê karê şoreşê de bi dirustî, fedakarî û bi cesareta xwe ewqasî bawerî çêkirin. Dixwiyê ku, dijmin jî heval Ebûzeyd çi temsîl dike dizanibûye. Kesekî çawa hîmê welatparêziya Kurd temsîl dikir dijmin baş dizanî. Ew êrişê li ser hevalê Ebûzeyd ne êrişekî ji rêzê ye. Êrişekî pir bi hesab û bi plan e. Û wisa biryar dane û pêk anîne.

‘HEDEFA SEREKE WELATPARÊZIYA GELÊ WARGEHÊ YE’

Dijmin di şexsê hevalê Ebûzeyd de welatparêziya Wargeha Ş. Rustem Cûdî kiriye hedef. Hedefa sereke welatparêziya gelê wargehê ye; welatparêziya Botan û ya gelê Kurdistanê ye. Me dît ku di heman rojan de li herêma Soran, li Kifriyê welatparêzê hêja Mamoste Şemal jî wisa bi şêwazekî bêbext hate hedef kirin. Di şexsê welatparêz Mamoste Şemal de welatparêziya Soran kirin hedef. Dijmin ji welatparêziya Soran ditirse, ji ber wê kirin hedef. Dijmin ji welatparêzî û sekna xelkê me yê Wargeha Ş. Rûstem Cûdî jî pir ditirse. Ji ber wê wekî sembola wê hevalê Ebûzeyd kire hedef. Çawa ku par li Rojavayê Kurdistanê wekî sembola welatparêziya Rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo kirin hedef, a niha jî di Wargehê de hevalê Ebûzeyd kirin hedef. Ew êrişên dewleta Tirk a faşîst û qirker li ser welatparêziya gelê Kurd e. Ew bi van êrişên xwe dixwaze welatparêziya li Wargehê tê temsîl kirin, derbe lê bixe û tesfiye bike. Bi esasî dijmin dixwaze Wargehê belav bike û tasfiye bike. Bi van êrişan tirs û xofê çêke û wisa siyaseta xwe serwer bike. Hedefa xwe ev e. Hedefekî xwe yê wisa polîtîk û qirêj heye. Li hemberê vê di serî de gelê me yê li Wargeha Ş. Rûstem Cûdî, ku heya niha bi fedakariyeke mezin rûmetekê temsîl dike; di Kurdistanê de îro xwedan cîh û warek e, divê ku li ser şopa van şehîdên qehreman ên wekî Ebûzeyd ên bi biryareke mezin bimeşin û têkoşîn bikin. Parastina xwe ya cewherî xurt bikin û li hemberî dijmin hîn zêde bi dijwarî têkoşînê bilind bikin. Ji bo vê hevgirtin, ji bo vê rêxistin kirin, ji bo vê avakirina ruhê şoreşgerî, welatparêzî û yekbûniyê teqez di nav xwe de ava bikin. Wisa bibin bersiv. Di vê serdema girîng de pirsgirêkên navxweyî çi bibe bila bibe, divê ku gelê me yê Wargehê ji van êrişên dijmin ên li ser rûmeta Wargehê encam derxîne û teqez divê rêxistin û yekbûna xwe xurt bike. Wisa ji bo dijmin bibe bersiv. Divê bi vî awayî ruhê Şehîd Ebûzeydan temsîl bike, li hember sîxûr û neyaran bi yekdestî raweste û wisa xeta şehîdan temsîl bikin.

Cardin li hemberî vê tevahî welatparêzên Kurdistan, rewşenbîrên gelê Kurd; divê hîn zêde li hember qirkerî û dagirkeriya Tirk xwedan helwest bin û têbikoşin. Em bi welatparêzî û biryardariya ku heval Ebûzeydan temsîl kirî dikarin hemû êrişên dijmin têk bibin û bi ser bikevin. Ew tiştekî misoger e. Di vê dema dîrokî û girîng de ew êrişa li ser şoreşger û welatparêzê hêja, kedkarê mezin; heval Ebûzeyd wisa dibînin. Ev êriş ne êrişeke ji rêzê ye. Erîşekî bi plan e û divê malbata me ya hêja, bizanibin ku di malbata wan de şexsiyetekî wekî Ebûzeyd derketiye ku di çavê dijmin de bûye kelem. Dijmin wisa bi planekî taybet xwestiye şehîd bike. Ew ji malbatê û ji bo hemû mal û mirovan şerefek e ku kesekî wekî Ebûzeyd ji wê malbat û derdorê derketiye. Wisa bi xebat û keda salan xwe ispat kiriye; gihîştiye asta sembola welatparêziyê. Divê hemû xelkê Wargehê, mîlîsên Wargehê û ehlê malbatê li ser van esasan nêzî şehadeta heval Ebûzeyd bibin. Li ser vî esasî têkoşîna Şehîd Ebûzeydan û têkoşîna şopdariya şehîdan de hîn zêde bi biryar tevbigerin. Wisa em bi têkoşîna şoreşgerî bi tolrakirin û bilindkirina ala wan ve, şehîdan bikin kesên nemir. Bîranîna wan di avakirina Rêberiya azad û Kurdistana azad de bidin jiyankirin. Li ser van esasan em cardin ji bo tevahî gelê me yê Wargehê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo hevjîna rêhaval Ebûzeyd ya hêja, dîsa ji bo hemû zarokên heval Ebûzeyd û ji bo hemû ehlên malbatê sersaxiyê dixwazin. Di şopdariya şehîdê qehreman de, em ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazin.”