​​​​​​​Pisporên Ereb: Ocalan ji bo tevahî azadxwazên cîhanê sembol e

Pispor û çalakvanên Ereb durûtiya rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî û bêdengiya wan a li hemberî zextên desthilata Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, Ocalan ji tevahî azadxwazên cîhanê re bûye sembol.

​​​​​​​Pisporên Ereb: Ocalan ji bo tevahî azadxwazên cîhanê sembol e
2 îlon, 2022   03:31
QAHÎRE –MUHSIN EL MISRÎ

Pisprên Ereb diyar kir ku zextên desthilata Tirk ên li ser rêber Abdullah durûtiya pîvanên navneteweyî yên têkildarî dosyaya mafên mirovan eşkere dike. Pisporan destnîşan kir ku doza rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku ligel rêxistinên navneteweyî berjewendî di ser rêgez û exlaqê re ye.

Pisporan anî ziman ku ruxmî zext û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da ku bandora wî sînordar bikin, lê rêber Ocalan ji hemû azadxwazên cîhanê re bûye sembol.

AZADÎ TÊ

Rêveberê sosyalîst, Ehmed Behaedîn Şaban ji ANHA'yê re axivî  û diyar kir ku doza rêber Abdullah Ocalan bala hemû alîgirên azadiyê yên li cîhanê kişandiye û dozeke sereke ye, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo tevahî alîgirên hêzên pêşverû û azad ên cîhanê.

Şaban anî ziman rêbazê ku dewleta Tirk li hemberî Ocalan dimeşîne û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van kiryaran ne tiştekî ecêb in û destnîşan kir ku civata navneteweyê hemû îdiayên xwe yên li ser azadî, mafên gelan û dozên gelên bindest paşguh dike.

Şaban bi domdarî got: "Ya ku li dijî Ocalan tê kirin, li dijî dîlgirtiyên filistînî yên di girîgehên dagirkera Îsraîlê  de jî tê kirin. Ev tişt berê bi serê sembolên berê yên cîhanê mîna Neslson Mandela hate kirin ku zêdetirî 27 salan di girtîgehên rejîma nîjadperest a başûrê Afrîkayê de hatibû ragirtin."

Ehmed Behaedîn Şaban bi bîr xist ku di demên dawî de bangên azadxwazên cîhanê yên serbestberdana Ocalan zêde bûn, Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan li Qahîre û paytexên navneteweyî hate damezirandin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ruxmî serhişkiya Tirkiyê di doza Ocalan de, lê di dawiyê de dê Ocalan derkeve û azadiya ku layiqî wî ye bi dest bixine."

Şaban anî ziman ku ya ku rêber Abdullah Ocalan di demên dawî de pêşkêş kiriye wê bandoreke mezin li pêşeroja fikirê mirovahiyê bike.

Şaban di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku erka hêzên demokrat ên cîhanê û alîgirên têkoşîna gelan e dengê xwe bilind bikin û destekê bidin mafên Ocalan ê azadiyê. Her wiha got, serbestberdana Ocalan wê ji bo teavhî azadxwazên cîhanê cejnek be.

Ehmed Behaedîn Şaban di dawiya de anî ziman ku serbestberdana Ocalan nêzîk bûye û her ku gelê Kurd û dostên rêberê Kurd ên cîhanê têkoşîna xwe bidomînin û doza edilane ya kurdan bidin nasîn, wê azadiya wî nêzîktir bibe.

'FÎLOZOFEKE KU MÎNAKÊN WÎ KÊM IN'

Çalakvanê hiqûqî û serêkê Rêxistina Misir Erebî ya Mafên Mirovan Ûsama Şemis anî ziman ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên Tirkiyê yên li dijî rêber Ocalan derewên rêxistin û saziyên navneteweyî yên li ser exlaq, nirx û rêgezên mafên mirovan eşkere dikin.

Şemis da zanîn ku xemsarî û hevkariya navneteweyê ya li dijî rêber Ocalan mînaka herî nêzîk e ku siyaseta berjewendî û hevbendiyan di civata navneteweyî de esas tên girtin û axaftina li ser mafên lawaz û bindestan tenê diruşme ne.

Çalakvanê hiqûqî Ûsama Şemis bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û civata navneteweyê kir ku dosaya binpêkirinên mafên mirovan, çi yên li dijî girtiyan be mîna Ocalan û hevalên wî yan jî yên li dijî kêmneteweyên li Tirkiyê be, vekin û got, binpêkirinên mezin hene ku rejîma Tirk li dijî gelên ne Tirk ên ne li Tirkiyê pêk tîne, ji ber vê yekê divê hesab ji berpirsên van binpêkirinan were xwestin.

Şemis her wiha bal kişand ser siyasetên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn, destwerdanên rejîma Erdogan li Sûriyê û Iraqê, sûcên ku çeteyên wê li herêmên wekî Efrînê pêk bînin û got: "Guhertina demgorafîk û qirkirina etnîkî mîna sûcên şer in ku nabe li hemberî wan bêdengî hebe." Her wiha banga cezakirina fermandarên milîsên ku Tirkiyê destekê dide wan li dadgehên navneteweyî kir.

Çalakvanê hiqûqî û serêkê Rêxistina Misir Erebî ya Mafên Mirovan Ûsama Şemis got, bi binpêkirinên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan tên kirin, nikarin fikirî wê li ser cîhanê qut bikin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ocalan ji tevahî demokratên cîhanê û kesên ku banga mafên mirovan û wekheviyê dikin re bûye semola azadiyê, zû an dereng be wê Ocalan azad bibe û cihê ku layiqî wî be wekî ronkbîr bigire. Ocalan fîlozofeke  ku mînakên wî li Rojhilata Navîn in tune ne."

BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÊ

Lêkolînera siyasî Ferînaz Etiyê jî îşaret pê kir ku zextên ku desthilata Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan dimeşîne dûrî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî û belgeyên mafên mirovan ne.

Her wiha diyar kir ku rêxistinên herêmî û navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe, di doza Ocalan de nakevin tevgerê û wiha domand: "Hin dewletên mezin didîtin ku bi girtina Ocalan û  bi rêya derxistina alozî û tevliheviyê, wê berjewendiyên wan li herêmê pêk bîne û aramiya rewşa li Rojhilata Navîn wê ne li gorî berjewendiyên wan bin, ji ber vê yekê her tim hewl didin ku rewşa li herêmê germ bimîne."

Ferînaz Etiyê destnîşan kir ku hin dewletên herêmî û navneteweyê hewl didin nakokiyên kurdî-tirkî berdewam bikin, di nav de girtina rêber Ocalan wekî amûreke pêkanîna armanc û berjewendiyên xwe li herêmê dibînin. Her wiha anî ziman ku Tirkiyê alaveke wan hêzan e ku pê siyaset û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn bi cih tînin.

ANHA