Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket

Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar xist. Bi dehan komên stran û govendê tev lê bûn.

Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
Li Helebê Festîvala 2`yemîn a Zarokan li dar ket
1 îlon, 2022   19:38
 HELEB

Di çarçoveya hewldanên xêzirkirina kenê li ser rûyên zarokan de û bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê Tevgera Hîlala Zêrîn a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Aştî û azadî bingeha xweşbûna jiyana zarokan e” Ferstîvala 2`yemîn a Zarokan li dar xist.

Festîval li Qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Tê de bi dehan komên stran û govendê beşdarî bûn.

Di festîvalê de bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn Axîn Reşo axivî û festîval li zarokan û beşdaran pîroz kir ku piştgiriya zarokan da ku çanda xwe ya resen nas bikin, armanc dike.

Axîn Reşo wiha domand: “Aştî daxwaza me ya bingehîn e ji bo parastina zarokatiyê li Sûriyê, ji ber zarok pêşeroja civak û neteweyan e.”

Axîn Reşo di dawiyê de hêvî kir ku aştî li cîhanê belav bibe û zarok di nav aramiyê de bin.

Paşê gelek komên stran û govendê berhemên xwe pêşandan jê, Koma Kulîlkên Cangoriyên Azadiyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan, Koma Şehîd Cûdî Amanos, Koma Peymangeha Mîtra Yekta ya Yekitiya Hunermendan, Koma Şehîd Delîl a stranan, Koma Şehîd Sosin a govendê, Koma Peymangeha Şehnaz Yektîl, Koma Kulîkên Efrînê ya stranan, Koma Kulîkên Efrîn a stranan, Koma Peymangeha Nehawand, Koma Şehîd Hevrîn a govendê.

Di dawiya festîvalê de beşdaran fedakariyên şehîdan silav kirin û banga avakirina welatekî demokratîk û azad kirin.

(dm)

ANHA