Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan: Bi êrişa li Xelîfanê, PDK peyama derketina li dijî gelê Kurd da

Salvegera yekemîn a êrişa PDK li ser gerîlayan li Xilîfanê hat, hîn jî cenazeyên şehîdan radestî malbatê wan nehat kirin. Berovajî wê PDK hevkariya xwe bi dewleta Tirk a dagirker re zêde û dewam dike. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê got “PDK çalakiya konvedanê ji xwe re firsenda pêkanîna ambarogyekê li ser Rojava dît. Xwest gerîlayan radestî dewleta Tirk bike, bi vê yekê PDK`ê li hember azadiya gel û yekîtiya neteweyî sekna xwe diyar kir.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan: Bi êrişa li Xelîfanê, PDK peyama derketina li dijî gelê Kurd da
2 îlon, 2022   01:37
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di êrişên qirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker hemû derfetên xwe xistiye xizmetê. Teknîkên giran û bi awayeke hovane êrişên xwe pêk tîne, ji 17`ê Nîsana 2021`an ve êriş bi hevkariya PDK`ê zêde dibin.

PDK`ê ji 2020`an ve hêzên xwe tevî çekên giran dişîne gund û bajarokên hêrêmên parastinê. Di 4`ê Cotmeha 2021`an de HPG`ê ragihandin ku hêzên PDK`ê di 28 – 29`ê Tebaxa heman salê de bi kemînek ji gerîlayên HPG`ê re, li herêma Xelîfanê 5 gerîla şehîd xistin.

Li dijî sûcê hêzên PDK, malbatên her du şehîdên ji bajarê Qamişlo û Girkê Legê; şehîd Nisrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî) daxwaza cenazeyên wan kirin. Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan li Herêma Firatê û li ber sînorê Sêmalkayê şêniyên Herêma Cizîrê çalakiyên konvedanê hatin dest pê kirin. Piştî girtina PDK ji deriyê Sêmalkayê re û pêkanîna ambarogeyekê li dijî gelên Rojavayê Kurdistanê, çalakî piştî 111 rojan bi dawî bû. Lê malbatên şehîdan ragihandin ku dê çalakiyan bi awayeke din lidarbixin.

Niha jî careke din hat ragihandin ku PDK`ê di navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê dest bi çêkirina rêyekê kirine. Hetan bi rêyan dixe xizmeta serkeftina dewleta Tirk a dagirker de.

`PDK HIM RED KIR, HIM JÎ HELWESTÊN CUDA NÎŞANDAN`

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û endamê Komîteya Amadekar a çalakiya konvedanê ku li ber sînorê Sêmalkayê hatibû lidarxistin Hesen Ibêd ji ajansa me re axivî.

Li ser berxwedana ku gerîlayên HPG û YJA Starê didin meşandin Hesen Ibêd diyar kir ku xort û keçên Kurdistanê dema berê xwe didin çiyayê Kurdistanê ji bo azadiya gelan vê yekê dikin. Ji bo vê yekê soz dane û tekoşîn jî dikin.

Ibêd daxuyand ku di sedsala 21`an de, bi taybet piştî destpêkirina şoreşa Rojava bi destê hêzên PDK`ê ku qaşo navê kurdiyetê li xwe dike, bûyerek bi êş pêk hat û got: “Ji ber ku pêkanîna bûyereke bi vî awayî ji bo gelan giran hat, me çalakî lidarxist. Malbat bi awayeke aşîtiyan e nêzî hêzên PDK`ê bûn û daxwaza wergirtina cenazeyan kirin, lê mixabin PDK him red kir û him jî helwestên cuda da nîşandan. Kon ji xwe re weke firsendekê dît da ku li ser Rojava ambargoyekê ferz bikin.”

Çalakiya konvedanê ya daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan ji PDK, bi piştgiriya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û rayedarên derveyî welat pêk hat. Di çalakiyê de jî pêkhate û partiyên kurdistanî êrişa PDK şermezar dikirin.

Ibêd di axaftina xwe de destnîşan kir ku di demekê de ku gelê Kurd liberxwedide û têdikoşe, her wiha bang li avakirina kongreyeke neteweyî tê kirin. PDK bi dewleta Tirk a qirker re hevkariya dagirkirina Kurdistanê dike.

`WÊ DAXWAZA WERGIRTINA CENAZEYAN DEWAM BIKE`

Hesen Ibêd da zanîn ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ji bo gelên Kurdistanê cihê ronahîdayînê ye, dijminê gelê Kurd jî bi hemû hewildanê xwe dixwaze projeya ku ji aliyê Rêber Abdullah hatiye derxistin derkeve û got: “Proje mezin dibe, derveyî Kurdan jî xwe lê dikirin. Em wekî malbatên şehîdan PKK ji bo me hêz û vîn e. Xeta berxwedanê heye divê her kes li derdora wê kom bibe.”

Têkildarî berdewamkirina daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê Hesen Ibêd got: “Wê daxwaza me dewam bike, aliyên ku dibin sedema nepêkanîna kongreyeke neteweyî jî hat diyarkirin dê her û her em ê vê yekê bidin daxuyanîkirin.”

Hesen Ibêd da zanîn ku PDK di pêkanîna êrişa li ser komeke gerîlayan peyamek da û got: “Xwest gerîlayan radestî dewleta Tirk bike, bi vê yekê li hemberî azadiya gelê Kurd û yekîtiya neteweyî PDK sekna xwe da diyarkir.”

Tevî hemû hewildananê malbatên Şehîdan PDK`ê hîn jî cenaze radestkirine.

ANHA