​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-9-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-9-2022`YAN
1 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY li dar xistiye di roja 22`yan de berdewam dike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Salvegera yekemîn a êrişa PDK li ser gerîlayan li Xilîfanê hat, hîn jî cenazeyên şehîdan radestî malbatê wan nehat kirin. Berovajî wê PDK hevkariya xwe bi dewleta Tirk a dagirker re zêde û dewam dike. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê got “PDK çalakiya konvedanê ji xwe re firsenda pêkanîna ambarogyekê li ser Rojava dît. Xwest gerîlayan radestî dewleta Tirk bike, bi vê yekê PDK`ê li hember azadiya gel û yekîtiya neteweyî sekna xwe diyar kir.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo ambargoya hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê ferz dike û planên hevpar ên ji bo fetisandina şêniyên herêmê û têkbirina destkeftiyên wan şermezar kirin. Şêniyan hevgirtina xwe bi gelê koçberên Efrînê re nîşan da û bang li hikumeta Şamê kir ku li xwe vegere û ambargoyê bi dawî bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û çalakvanên Ereb durûtiya rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî û bêdengiya wan a li hemberî zextên desthilata Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, Ocalan ji tevahî azadxwazên cîhanê re bûye sembol.(BI WÊNE)

Malbatên şehîdan ên kantona Hesekê awaya ku pê dewleta Tirk a dagirker cenazeyê şehîd Hakan Arslan radestî bavê wî kiriye şermezar kir, ku piştî 7 salan ji şehîdxistina wî hestiyên wî di tûrekekê de radestî bavê wî kirin. Malbatên şehîdan ev kiryar bi “sûca ku nayê efûkirin” bi nav kirin û daxwaza cezakirina dagirkeriya Tirk kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Dêrazorê piştrast kirin ku Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li kampa Holê qonaxeke din e ji bo jinavbirina DAIŞ'ê û îdyolojiya wê ya tundrew û bang li dewletan kir ku welatiyên xwe ji kampê wergirin; Ji bo sivikkirina barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûnerê êla Şerabîn li Sûriyê got lihevhatina Enqere û Şamê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û ji bo mayîndekirina hikumeta Şamê çareseriya siyasî rawestîne. Her wiha bang li hemû sûriyan kir ku li dijî vê lihevhatinê bisekinin, ji ber ku ew ê bandoreke neyînî li gelê Sûriyê bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama qutkirina ava stasyona Elok de ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, ji şêniyên kantona Hesekê re kirîzek derket. Şêniyan bang li NY kir ku li dewleta Tirk a dagirker zextê bikin û sûcên wê rawestînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Piştî Sedam li Iraqê şer û pevçûn nesekinîn û niha jî bi lez û bez ber bi rewşeke xirabtir ve diçe. Ev tevlihevî vê carê wek şerê desthilatê yê di navbera şîeyan de xwe nîşand dide û di nava tundiyeke bikontrol de gihaşt qonaxeke nû. Nebûna çareseriyekê ji bo pirsgirêkên heyî û rastiya ku di vê astê de êdî nikare were kontrolkirin, bê guman tundiyê jî bi xwe tîne.(BI WENE)

KURDISTAN

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Letîf Fatih Ferec diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ku PDK bi rê ve dibe, şirîkê sûcên suîqastê yên li herêmê ye û got "Herêmên Başûr êdî bûne qada hemû îstîxbaratên cîhanê û bi kêfa xwe lê digerin."

ROJHILATA NAVÎN

Piştî agirbesta ku bi mehan dewam kir, di çend rojên borî de şerê di navbera hikumeta Etiyopyayê û ‘Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê’ de dîsa dest pê kir. Gelo sedemên bêîstîqrarê çi ne?

ANHA