​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên din ên Til Temirê dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Ehmer (Hemra) û gundê Um Kêf yê bakur rojavayê navçeya Til Temir a kantona Hesekê topbaran dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên din ên Til Temirê dike hedef
1 îlon, 2022   20:35
ر

Nûçegihanê me ragihand ku dagirkeriya Tirk qada êrişên xwe ya li dijî gundewarê Til Temirê fireh kiriye û gundên Til Ehmer ê tiji şênî topbaran dike.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku baregehên Rûsya li nêzî gund in.

Her wiha da zanîn kir ku dagirkeriya Tirk gundê Um Kêf ê bakur rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Li gorî nûçgeihanê me, top li maleke gundê Til Emer ketiye. Lê agahiyên din ên der barê ziyanên madî de nehatin bidestxistin.

ANHA