​​​​​​​Ji ber topbaranê kehrebe li ser navçeya Til Temirê qut bû

Nûçegihanê me diyar kir ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker kehrebe li ser navçeya Til Temir û gundên wê qut bû. Ev cara 28`an e kehrebe ji ber vê sedemê qut dibe.

​​​​​​​Ji ber topbaranê kehrebe li ser navçeya Til Temirê qut bû
1 îlon, 2022   20:57
HESEKÊ

Di encama topbarana li ser gundê Um Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê, kehrebe li ser bajêr qut bû, ji ber ku topbaran zirarên mezin gihandin xetê kehrebeyê ya 66 û 20 kv ku kehrebeyê digihîne stasyona Til Temirê.

Çavkaniyekî taybet ê Daîreya Kehrebeyê ya navçeyê, diyar kir ku ev cara 28`an e ku dewleta Tirk a dagirker rasterast torên kehrebeyê dike hedef.

ANHA