​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê 219 bawername li ser xwendekarên asta amadehî belav kirin û xwendekarên serkeftî xelat kirin.

​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin
​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin
​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin
​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin
​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin
​​​​​​​Tevî topbaranê lê xwendekarên Efrînê bi ser ketin û bawernameya xwe wergirtin
1 îlon, 2022   17:57
ŞEHBA

Piştî bidawîbûna ezmûnan û derketina encamên wan ezmûnan, îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê bi şahiyekê bawername li ser xwendekarên asta amadehî ya her du beşan zanistî û wêjeyî belav kirin.

Di şahiya ku li Navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê de ya li navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê li dar ketiye, bi sedan xwendekar û malbatên wan hazir bûn.

Di şahiyê de hevserokê desteyê, Subhî El Ehmed axivî û xwendekar pîroz kir ji ber ku bi ser ketine û got: “Em xwendekarên xwe pîroz dikin. Em spasiya wan dikin ku xwendin da ku bi ser kevin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo jî axivî û got: “Em hêza xwe ji xwendekaran digirin. Ew pêşeroja me ya geş e.”

Xedîce Îbo wiha domand: “Tevî şert û mercên li herêmê, tevî topbarana li ser herêmê lê zarokên me bi ser ketin.”

Paşê bawername li ser xwendekaran hatin belavkirin û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

ANHA