Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Mihemed Hesen

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Cuma Hesen û sersaxî dan malbat wî. Beşdaran tekez kir ku divê hemû pêkhate bi hev re bibin yek û planên dagirkeriya Tirk pûç bikin.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Mihemed Hesen
1 îlon, 2022   12:22
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Cuma Hesen, ku di 28’ê Tebaxa borî de di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû.

Merasima sersaxiyê gundê Ebtex Foqanî yê girêdayî navçeya Til Hemîsê ku gundê şehîd Mihemed Hesen e, bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên navçeyê hate lidarxistin.

Di merasima sersaxiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Til Hemîsê Xalib El Sedûn axivî. Di axaftina xwe de El Sedûn pesna rola şehîdan û fedekariya wan di xurtkirina projeya neteweya demokratîk de da û wiha got: "Ji bo ku gel bi ewlehî û aramiyê bijî û bi armanca misogerkirina serkeftina projeya neteweya demokratîk ku hemû sîstemên dîktator û di serî de dewleta Tirk jê ditirsin, şehîdan tişta herî giranbiha feda kir."

El Sedûn tekez kir ku tişta şehîdan di salên têkoşîna xwe de daye, tev ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Eger fedekarî û dilsoziya wan nebûya, me di projeya neteweya demokratîk de ya ku pêkhateyên herêmê kir yek, serkeftin bi dest nedixist."

El Sedûn bal kişand ser pêdiviyan yekbûna pêkhateyan ji bo têkbirina planên Tirkiyê û got: "Hevgirtina hemû pêkhateyan û piştevaniya hêzên me yên leşkerî wê planên dijmin têk bibe."

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Til Hemîsê Ebdulselam El Ehmed êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Armanca van êrişan têkbirina hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de ye û lawazkirina projeya Rêveberiya Xweser e. Divê gelê me hay ji vê yekê hebe."

El Ehmed bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestên tund nîşan bidin û wiha pê de çû: "Bêdengiya civata navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşaneya hevkariya rasterast a bi dagirkeriya Tirk re ye."

Merasima sersaxiyê yê şehîd Mihemed Cuma Hesen dê heta saetên êvarê bidome.

(hs)

ANHA