​​​​​​​Li Reqayê guleyeke hewanê ya bermahiya DAIŞ´ê hate rakirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê guleyeke hewanê ya ji bermahiyên çeteyên DAIŞ´ê rakir û bang li welatiyan kir ku dema we tiştekî biguman dîtin, yekser agahiyê bidin hêzên wan.

​​​​​​​Li Reqayê guleyeke hewanê ya bermahiya DAIŞ´ê hate rakirin
1 îlon, 2022   12:35
NAENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, agahiyek jê re hatiye ku tiştekî biguman li nêzî boyaxgeha li bakurê Reqayê ye. Bi wê re yekser hêzên ewlehiyê berê xwe da cihê bûyerê, ew cih dorpêç kir û welatî bi dûr xistin.

Tîma pispor dest bi keşifkirina tiştê biguman kir û diyar kir ku guleyeke hewanê ya ji bermahiyên DAIŞ´ê ye û nêzî 40 kîlo ye.

Hêzên ewlehiyê bang li welatiyan kir ku hişyar bin û dema we tiştekî biguman dîtin, agahiyê bidin nuqteya herî nêz a hêzên wan.

(fr)