Rûniştina Dadgeha Federal a li ser fesihkirina parlamentoyê cara sêyemîn hate paşxistin

Rûniştina Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya têkildarî fesihkirina Parlamentoya Iraqê care sêyemîn hate paşxistin.

Rûniştina Dadgeha Federal a li ser fesihkirina parlamentoyê cara sêyemîn hate paşxistin
1 îlon, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê duh ragihandibû ku wê roja pêncşemê ango îro li ser fesihkirina Parlamentoya Iraqê bicive, lê îro rûniştin cara sêyemîn hate paşxistin.

Fesihkirina Parlamentoya Iraqê yek ji daxwazên serokê Şepêla Sedr Muqteda Sadir e û Sedr doz vekiriye. Heta niha rûniştina Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ev cara sêyemîn e tê paşxistin.

Destpêkê biryar bû rûniştin di 17’ê Tebaxê de pêk were, paşê ji bo 30’ê Tebaxê hatibû paşxistin. Di 30’ê Tebaxê de jî rûniştin hatibû paşxistin. Îro careke din hate paşxistin.

Berê Meclîsa Bilind a Dadweriyê ya Iraqê fesihkirina Parlamentoya Iraqê red kiriye û ragihandibû ew biryar di destê wan de nîne.