Bîlançoya Tebaxê ya êirşên dagirkeriya Tirk li ser Şehba û Şêrawa: 4 welatî şehîd bûn, 17 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tebaxê de gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî bi hezaran gule û topan hedef girt. Di encamê de, di nav de jin û zarok 4 welatî şehîd bûn, 17 welatî jî birîndar bûn.

Bîlançoya Tebaxê ya êirşên dagirkeriya Tirk li ser Şehba û Şêrawa: 4 welatî şehîd bûn, 17 jî birîndar bûn
1 îlon, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya mehekê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û gundên kantona Şehbayê, hate eşkerekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di meha Tebaxê de ev gund û dever topbaran kirin: "Ziyaretê, Ehresê, Um Hoş, Zîwan, Mdyûnê, Birc Qas, Til Rifet, Merenaz, Aqîbê, Um Qura, Bênê, Meyasê, Wehşiyê, Elqamiyê, Şewarixa, Kefer Antûn, Aşê Feysel, Til Qirah, Hirbil, Soxanekê, Bendava Şehba, Xirêbiş, Dêr Qaq, Şealê, Til Enab, Qinêtra, Tat Maraş, Minix, Kefer Qaris, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hesîn, Xirnata, Nêrebiyê, Eyn Deqnê, Semûqa, Zirnaîtê, Keleha Şewarixa, Malikiyê, Teanê, Kiştear, Til Ecar, Til Medîq, Til Cîcan."

Di êrişan de bi hezaran guleyên hawan, obîs, topavêj û tankan bi ser gund û deverên navborî de hatin barandin.

Her wiha tevgera balafirên şer û yên keşfê li asîmanê herêmê kêm nebû.

Di encama topbarana bê ser û ber a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê de, hejmareke welatiyan şehîd û birîndar bûn. Her wiha ziyanên mezin gihîştin mal û milkên welatiyan û zeviyên gelek gundan hatin şewitandin.

Di 2`yê Tebaxê de li gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa di encama topbarana arêtşa Tirk a dgirker de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Di 4`ê Tebaxê de droneyeke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 9 welatî ku 6 ji wan zarok bûn, birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: "Dîna Osman (6), Mehmûd Xerîb Mamo (6), Hisên Cemal Qasim (7), Êvlîn Ebdurehman Heyder (13), Orîvan Mihemed Ebdo (15), Ronahî Silo (27), Hisên Beyrem Elîko (43), Sebah Henan Hemo (10), Azriya Ehmed Reşo (23)."

Di 16`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran kir, di encamê de zarokekî koçber ê bi navê Ehemed Îmad Îbiş (15) birîndar bû.

Di 17`ê Tebaxê de, dewleta Tirk a dagirker bi droneke xwekuj nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li balafirgeha Minix a Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Di 19`ê Tebaxê de, di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: "Xedîce Şemo (55), Emîra hisên xelef (13)."

Di 24`ê Tebaxê de, droneyeke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê bombe kir, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 5 kes jî birindar bûn.

Navên şehîdan wiha ne: "Reşîd Elîko (28), Fatima Osman Mamo (21), Hemze Birîm, Zuhêr Ebdurehman Mihemed (36)."

Navên birîndaran jî wiha ne: "Hisên Murad Qerokî (13), Menan Reşîd Hisên (57), Egîd Fexrî Şêxo (32), Semîr Ebdulqadir Reşo (31), Edhem Reşîd Henan (34)."

(cx)

ANHA