​​​​​​​Hêzên Îranê kolberekî din qetil kir

Li herêma Bane yê Rojhilatê Kurdistanê duh kolberek di êrişa hêzên Îranê de hate qetilkirin.

​​​​​​​Hêzên Îranê kolberekî din qetil kir
1 îlon, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh li herêma Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di gulebarana rasterast a hêzên Îranê de kolberê bi navê Salih Reşîdzade ku xelkê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ye hate qetilkirin.

Li gorî çavkaniyek nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê Salih Reşîdzade yê hatî qetilkirin nêzî 20 salî bû û xelkê gundê Qela Reş a Serdeştê ye.

Her wiha heman çavkaniyê destnîşan kir ku ji beriya sê salan ve birayê wî, Mihemed Reşîdzade (28) jî di êrişa hêzên Îranê de li herêma Kanî Sîw jiyana xwe ji dest da bû. Mihemed Reşîdzade zewicî bû.

Li gorî bilançoya Kolbernews’ê, di meha Tebaxê de 41 kolber li sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û birîndarkirin. Ji wan 41 kolberan 31 kolber bi gulebarana rasterast a hêzên Îranê hatine hedef kirin.