​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hêzên xwe li gundewarên Derayê zêde kirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rewşa li bajarê Casim ê Derayê, biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya têkildarî parlamentoyê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hêzên xwe li gundewarên Derayê zêde kirin
1 îlon, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SEWQIYATÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ YÊN REJÎMA SÛRIYÊ BER BI BAKURÊ DERAYÊ VE’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Şeva berê hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora bajarê Casim ê bakurê Derayê zêde kirin. Bi wê re hêzên rejîma Sûriyê nuqteyeke leşkerî ya nû li bakurê Casim ava kir, bend û nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora bajarê ji aliyên rojava û bakur ve xurt kirin û operasyonên paqijkirina herêmê bi rêya balafirên keşfê pêk anîn. Hemwextî wê jî operasyonên lêgerînê li mezreyên nêzî nuqteyên leşkerî pêk anîn û nehişt cotkarên biçin ser zeviyên xwe. Her wiha hêzên leşkerî yên hikumetê li ser rêya di navbera Casim-Semlên de belav bûn.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku karwaneke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê li xeta şer a rojava ay nêzî Til Cabiyê hate dîtin.

Beriya van tevgerên nû yên li derdora Casimê, sewqiyatên leşkerî yên din di Tîrmehê de derbasî bajêr bûbûn.

Li kêleka wê jî, hêzên rejîma Sûriyê hêz û alavên nû li nuqteyên xwe li Til Muteqew a leşkerî ya li rojhilatê Casim zêde kirin. Hejmara nuqteyên xwe yên leşkerî li derdora Til Muteqew zêde kirin û du nuqteyên leşkerî yên nû avakirin. Her wiha hêzên nû li bendên kontrolê yên di navbera Casim û Nemir de zêde kirin, benda Mizêre ya li rojavayê bajêr xurt kir û rê bi satiran girtin.

Hêzên rejîma Sûriyê navenda çandê ya ku nuqteyeke leşkerî ya endamên "şaxê ewlehiya dewletê" ye xurt kir. Lê welatî li ser vê yekê metirsîdar in ku hêzên rejîmê bikevin bajêr, mîna di vê dawiyê de ketine bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê."

‘IRAQÎ BIRYARA DADGEHÊ YA HILWEŞANDINA PARLAMENTOYÊ DIŞOPÎNIN’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsî: "Îro, iraqî li benda biryara Dadgeha Federal a Bilind in ku parlamentoyê hilweşîne. Li gel wê jî bangên ji bo ragihandina dema veguhastina nû ku bi hilbijartinên pêşwext bi dawî bibe, bilind bûn. Da ku krîza li welat ku di vê dawiyê de çêbûye û bûye sedema kuştina bi dehan welatî û birîndarkirina bi sedan, çareser bibe. Pisporan jî diyar kir ku dibe ku bûyerên li Bexdayê dubare bibin û bidawîkirina krîzê girêdayî hilweşandina parlamentoyê ye.

Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê duh biryar da ku rûniştina li ser banga hilweşîna parlamentoyê îro li dar bixe. Ev rûniştina yekemîn e ku piştî qedexeya çûn û hatina li welat bi dawî dibe û ji nû ve saziyên dewletê karên xwe dikin."

‘EWN JI BER ZEXTAN NEÇAR DIMÎNE MIZGÎNIYA NÊZBÛNA AVAKIRINA HIKUMETÊ BIDE’

Li ser rewşa Lubnanê jî rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Guhartinên ji nişka ve di helwesta Partiya Nîştimanî ya Azad de der barê mafên destûrê de (avakirina hikumetê û hilbijartinên serokkomariyê) dihêle dema destûrê temam bike. Ew guhartin zextên hundirîn û derve ne û hişt partî helwesta xwe biguhere.

Serokwezîrê erkdarkirî Necîb Mîqatî li ser nîşaneyên lez ên partiyê da zanîn ku ew nîşaneyên nêzbûna avakirina hikumeteke nû ye.

Çavkaniyên siyasî yên lubnanî got zextên hundirîn, bi taybet ên derve jî hişt ku Mîqatî û Mîşêl Ewn bi awayekî lez avakirina hikumeta nû ragihînin. Bi wê re nakokiya tund a di navbera her du aliyan de bi dawî dike.

Li gorî çavkaniyan, çarenûsa hilbijartinên serokkomariyê girêdayî avakirina hikumeta nû ye."

(fr)