Çalakgerên çalakiya konvedanê: Armanca dewleta Tirk vejandina împratoriya osmanî ye

Penaberên Serêkaniyê û Gaziyên Şer yên îro çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY`yê ya li bajarê Qamişlo dewr girtin, diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker vejandina împratoriya osmanî û pêkanîna guhertina demokrafîk e.

Çalakgerên çalakiya konvedanê: Armanca dewleta Tirk vejandina împratoriya osmanî ye
31 tebax, 2022   12:56
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya avahiya Komîserîya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo li dar xistiye di roja 20`an de didome.

Îro bi dehan penabeên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û endamên Fedrasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dewr girtin. 

Konê çalakiyê bi wêneyên zarokên ku di encama êrişa balafirên bêmirov û biçek ên dagirkeriya Tirk li ser herêmê de şehîd û birîndar bûne, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriyê re, Bimire  îxanet, û Azadî ji serok APO re" hatiye xemilandin.

Di çalakiyê de endamê Rêvberiya Kampa Serêkaniyê Feyrûşe Remedan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berjewendiyên xwe pêk bîne û wiha domand: "Dagirkeriya Tirk hemû cureyên sûcan li dijî şêniyên herêmê pêk tine. Aramnca wê zindîkriina împratoriya osmanî ye."

Remedan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê bang dike, lê belê tiştê ku dike li dijî îslamê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk dikuje û talan dike. Ev tişt dûrî îslamê ne. Ew li dijî projeya me ya demokratîk şer dike, ji ber ku projeya me projeya demokrasî û wekheviya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Dagirkeriya Tirk bi hinceta avakirina herêmeke ewle dixwaze herêmên me dagir bike û guhertina demografiyê pêk bîne. Divê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêlek şervanên xwe be."

Piştre endamê Fedrasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seyîd Mile aixvî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got:”Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e împratoriya osmanî ji nû ve li herêmê vegerîne û çeteyên DAIŞ`ê zindî bike. Dewleta Tirk dixweze demografiya herêmê biguherîne. Wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê li ber xwe bidin û li rex şervanên xwe bin."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê herêmê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(hh)

ANHA