​​​​​​​Hikumeta Şamê hêzên leşkerî li bajarê Casim ê Derayê bi cih kirin

SOHR`ê diyar kir ku hikumeta Şamê zêdetirî 200 leşker şandin herêmên bajarê Casim ê li bakurê Derayê da ku herêmê dorpêç bike û bendên leşkerî deyne.

​​​​​​​Hikumeta Şamê hêzên leşkerî li bajarê Casim ê Derayê bi cih kirin
31 tebax, 2022   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li derdora bajarê Casim ê Derayê belav bû û rê neda cotkaran ku biçin ser zeviyên xwe û ji herêmê derkevin. Hemwextî wê jî zêdetirî 200 leşker li herêmê bi cih kirin.

Di heman demê de 2 tank û çekên giran şandin benda Sehim a li derdora bajarê Casim.

Li gorî SOHR`ê hêzên hikumeta Şamê hewl didin bajarê Casim kontrol bikin û bendên leşkerî yên sabit deynin ku çavdêriya bajar û herêmên derdorê bikin.

Hêzên hikumeta Şamê beriya 15 rojan ketibûn bajarê Tefes ê Derayê.

(eh)