​​​​​​​Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye ku dê sûriyan ji desthilata dîktator xilas bike

Îlham Ehmed destnîşan kir ku pergala baviksalarî ya li ser paşguhkirina rola jinan ava bûye, derfet li pêşiya jinan afirandin ku bibe hêzek û xwe li derveyî çarçoveya wê pergala bi rêxistin bike. Der barê kar û barê Sûriyê de jî, Îlham Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye ku dê sûriyan ji desthilata dîkator xilas bike.

​​​​​​​Îlham Ehmed: Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye ku dê sûriyan ji desthilata dîktator xilas bike
31 tebax, 2022   13:32
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke taybet a jinan li dar xist.

Endamên sazî û komîteyên girêdayî jinan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Jinan tev li civînê bûn ku li hola civînan a li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a li Minbicê li dar ketiye.

Di civînê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê şîrove kirin û wiha berdewam kir: “Jin ya herî zêde zirar ji êş û azaran kişandiye ku di encama şer û siyasetên pergala baviksalarî de rû dane. Her çiqas şer dijwar bibe jin zêdetir zirarê dibînin.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Şerê heyî li dijî enerjiya dewlet û pergaln navendî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Niha pergal xwe dispêrin pêkanîna guhertina demorkatîk di binesaziya xwe de. Ev pergal bi israr e ku siyaseta baviksalarî û navendî pêk bîne. Ji ber wê rola jinan paşguhkirî ye û li derveyî çarçoveya wan pergalan e.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev yek derfetan li pêşiya jinan diafrîne ku xwe li derveyî çarçoveya pergala baviksalarî bi rêxistin bikin û got: “Pêşketina cîhanê û teknolojiyê, derketina fikrên tevgerên demokratîk ên azadîxwazin, rê li pêşiya jinan vedikin ku veguhere hêzek û îradeyek li pêşiya siyasetên vê pergala baviksalarî bisekine.”

Her wiha Îlham Ehmed balkişand ser aloziyên heyî û got: “Ev alozî ne tenê aloziyeke herêmî yan jî xwecih e. Pergala cîhanî di nav aloziyeke kûr de ye. Hemû dewlet banga demokratiyê dikin. Ew xwedî mafên mirovan e yan jî mafên jinan e. Pirtûkan li ser mafên jinan dinivîsin. Ev dewlet bi xwe ne ku me nedîtiye ku mafên rewa didin jinan.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed got hemû Rêveberiya Xweser wek çareseriya yekane dibînin ku dê sûriyan ji desthilata dîktator û zordest xilas bike ku dewleta Tirk wek wesîleyekê ji bo kontrolkirina çarenûsa sûriyan bi kar tîne û wiha domand: “Piştevanên vê projeyê gelek in. Jin jî roleke sereke di avakirina wê de dilîze.”

ANHA