​​​​​​​Mehmûd Berxwedan xemsariya civaka navneteweyî ya di dosyaya DAIŞ`ê de rexne kir

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Mehmûd Berxwedan di hevdîtina li gel şandeyên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de, xemsariya civaka navneteweyî ya têkildarî dosyaya DAIŞ`ê rexne kir.

​​​​​​​Mehmûd Berxwedan xemsariya civaka navneteweyî ya di dosyaya DAIŞ`ê de rexne kir
31 tebax, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berxwedan bi şandeyên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re ku sardana kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê kir, civiya.

Berxwedan, bi her du şandeyan re rewşa ewlehî û mirovî ya li kampa Holê û pêşeroja wê li gel gefên domdar ên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li hundir û derveyî kampê, nîqaş kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê ji bo şopandina wan şaneyan, qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin.

Berxwedan, her du şande li nêzî kampê pêşwazî kirin. Cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Erkên Hevbeş-Operasyona El Ezim El Sulb mîralay Carl Harris, nûnerê bilind ê hikumeta DYA`yê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger serkêşiya her du şandeyan kirin.

Mehmûd Berxwedan behsa xetereyên heyî û yên dema pêş ya kampa Holê çêdike, li gel xemsariya navneteweyî û bersivnedayîna bangewaziyên Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina wê dosyayê, her wiha pêşkêşnekirina desteka pêwîst ji bo hewldanên rêveberiyê û wernegirtina welatiyên xwe kir.

Berxwedan her wiha bal kişand ser ked û fedakariyên hêzên ewlekariyê û hêzên leşkerî ji bo kontrolkirina rewşa kampa Holê, têkbirina gelek hewldanên şaneyên terorîst ên êrişkirina kampê ji hundir û derve ve, bi taybet di qonaxa êrişa li ser girtîgeha Sînaa û piştî wê de.

Mehmûd Berxwedan her wiha amaje bi encamên destpêkê yên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kir û tekezî bi pêdiviya girîng a vê pêngavê di vê demê de li gel zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ`ê ji bo pêkanîna êrişan li hundir û derveyî kampê û pêkanîna komkujiyan li dijî penaberên kampê, kir.

Her du şandeyan jî tekezî bi piştgiriya domdar a QSD`ê di têkoşîna li dijî terorê de û destekdayîna xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li kampê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de kir.

(cx)