Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: Jineke ku zarok li ser hişmendiya DAIŞ`ê perwerde dikirin, hat girtin

Di roja 7`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de jineke ku ji bo perwerdekirina zarokan li ser hişmendiya DAIŞ`ê hatibû erkdarkirin, hate girtin. Her wiha gelek pere û amûrên perwerdeyê yên ku di konê wê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: Jineke ku zarok li ser hişmendiya DAIŞ`ê perwerde dikirin, hat girtin
31 tebax, 2022   11:49
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de ragihandibû, di roja 7`an de li beşa 7`an a Kampa Holê didome. Bi destpekirina pengavê re û heta niha gelek tunel, kort, xanî, telefon û tablet, pere, alavên kuştin û îşkencekirinê û gelek belgeyên girêdayî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampa Holê hatin dîtin.

Her wiha gelek çeteyên şaneyên DAIŞ`ê û kesên biguman ên girêdayî DAIŞ`ê, ji aliyê hêzên pêngavê ve hatin girtin.

Nûçegihanên me yên operasyonê ji nêz ve dişopînin, ragihand ku di operasyonên lêgerînê yên îro de li beşa 7`an jinek ku wekî “mamosteya” fêrkirina hişmendiya DAIŞ`ê ji bo zarokan hatibû erkdarkirin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin. Her wiha di konê wê jinê de pereyên DAIŞ`ê û gelek amûrên perwerdeya hişmendiya DAIŞ`ê hatin desteserkirin.

ANHA