​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê daye destpêkirin, di roja 7`emîn de li beşa 7`an a kampê didome.

​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li beşa 7`an a kampa Holê didome
31 tebax, 2022   07:46
HESEKÊ

Di 25`ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê li kampa Holê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin.

Piştî ku di 6 rojên destpêkkê yên pêngavê de operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi dawî bûn, pêngav îro li beşa 7`emîn a kampê didome.

Operasyonên lêgerînê saet di 05:00`an de dest pê kir û heta niha berdewam in. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li penaberên beşa 7`emîn kir ku konan vala bikin û berê xwe bidin navendên nûkirina sicîl û belgeyan.

Ev pêngav piştî zêdebûna bûyerên tundiyê li kampa Holê û hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tê.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka îsal de, şane û malbatên DAIŞ`î li kampa Holê 43 sûcên kuştinê pêk anîn, di encamê de 44 kesên li kampê hatin kuştin ku ji wan 14 jin û 2 zarok bûn. Sûcên kuştinê bi çek, dabençeyên bêdeng û alavên tûj pêk hatin û cenazeyên qurbaniyan ku şopên îşkenceyê li ser bûn, diavêtin kanalên kanalîzasyonê da ku wan sûcan binixumînin.

Zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk û êriş û topbarana rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor li operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk ên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê kir.

Ji ber zêdebûna sûcên kuştinan li kampa Holê, kamp bû bombeyek li ber teqînê û gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Şaneyên DAIŞ`ê bi hêsanî di nav kampê de tev digerin û gefên kuştinê li penaberan dixwin.

Li kampa Holê 54 hezar û 390 kes hene, ji wan 27 hezar û 816 penaberên iraqî ne, 18 hezar û 483 penaberên sûrî ne, 8 hezar û 91 kes jî ji malbatên DAIŞ`î ne.

(cx)

ANHA