Antonio Guterres hişyarî da: Cîhan ber bi karesatan ve diçe

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres li ser guhartina avhewayê hişyarî da û destnîşan kir ku li Pakistanê nîşaneyên destpêkê yên karesatên mezin derketin.

Antonio Guterres hişyarî da: Cîhan ber bi karesatan ve diçe
31 tebax, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku pêla barana xurt a li Pakistanê û lehiyên rabûne, zirar gihand zêdetirî 30 milyon kesî.

Guterres kiryarên cîhanê yên di vî awarî de wekî "mirov di xew de bimeşe" wesif kir û îşaret bi girîngiya hişyarbûn û rawestandina vê yekê kir.

Guterres anî ziman ku li Pakistanê rewş kambax e û dibe ku dor were welatên din jî.

Li Pakistanê lehiyên dijwar rabûn, di encamê de zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

(eh)