​​​​​​​Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Bamernê ya artêşa dagirker hat weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya ku gerîlayên azadiyê di 16'ê Tebaxê de li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Bamernê li dar xistine û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, weşand.

​​​​​​​Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Bamernê ya artêşa dagirker hat weşandin
31 tebax, 2022   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"16'ê Tebaxê saet di 18:15'an, li herêma Metînayê, hêzên me li baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk xistin. Tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku çeper çêdikir. Di encama vê çalakiyê de kepçe hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin."