Piştî serdana Miqdad, wezîrê karên derve yê Îranê jî sibe li Moskovê ye

Piştî çend rojan ji serdana wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan dê çarşemê serdana Moskovê bike û rewşa Sûriyê û mijarên din gotûbêj bike.

Piştî serdana Miqdad, wezîrê karên derve yê Îranê jî sibe li Moskovê ye
30 tebax, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Interfax li ser zimanê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand: "Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan dê di 31'ê Tebaxê de ji bo serdanekê biçe Moskovê û di serdanê de bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive."

Li gorî ajansê, tê çaverêkirin ku di civîna wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê de, li ser çend mijarên navneteweyî nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Di nav wan mijaran de jî, rewşa jî bernameya nukleerî ya Îranê, rewşa Ukrayna û Sûriyê û mijarên Efganistan, Qafkasya û Deryaya Xezarê dê werin nîqaşkirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, mijarên bazirganî û aborî dê bi giranî di çarçoveya cîbicîkirina projeyên hevbeş ên mezin di warê enerjî û veguhastinê de û her wiha perspektîfên avakirina peywendiyên zanistî, teknîk, çandî û mirovî de bên gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye ku serdana sibê (çarşem) a wezîrê karên derve yê Îranê bo Moskovê piştî bidawîhatina serdana Feysel Miqdad wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê ya roja 22'yê Tebaxê bo Moskovê pêk tê.

(hs)