Herêma Kesk a li Bexdayê bi moşekan hate topbarankirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê da zanîn ku piştî pevçûnên şeva din ên di navbera alîgirên Sedr û hevrikên wê de, Herêma Kesk bi 4 moşekan hate topbarankirin.

Herêma Kesk a li Bexdayê bi moşekan hate topbarankirin
30 tebax, 2022   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê Waîyê, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 4 moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketine û di encamê ziyan çêbûne.

Di daxuyaniya şaneyê de hate gotin ku moşek ji herêmên Hebîbiye û Belediyan ên rojhilatê Bexdayê hatine avêtin.

Ji duh ve li Herêma Kesk, piştî serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ragihand ku ji siyasetê vekişiye, hemû saziyên siyasî, çapemenî û civakî yên girêdayî xwe girtine û ji alîgirên xwe re got navê wî û navê tevgerê di tu çalakiyên siyasî û çepemeniyê de bi kar neynin, pevçûnên tund dest pê kirin. Wê jî hişt alîgirên wî xwepêşandanên xwe li herêmê zêde bikin, bikevin qesra komarê û navenda hikumetê dorpêç bikin. Bi wê re herêm bû cihê pevçûnan.

Di encama wê yekê de, şeva din alîgirên Sedr û alîgirên komên bi desteka Tehranê bi hev ketin û li derveyî Herêma Kesk kevir avêtin hev. Dûre moşek hatin avêtin û çek hatin bikaranîn.

Li aliyekî din jî li kolanên nêzî herêmê endamên Sereya Selamî baskê leşkerî yê Tevgera Sedr dolab belav kirin.

Alîgirên Sedr gelek navendên Heşdî Şebî, Partiya Vexwendinê û navendên din ên Esaib Ehlulheqî li herêmên cuda yên paytextê şewitandin û li nêzî avahiya balyozxaneya Amerîkayê ya li Herêma Kesk û avahiya Qesra Komarê moşek ketin.

Heta saet 4´ê vê sibehê bêyî rawestandin, pevçûn û avêtina moşekan berdewam kir.

Di encama pevçûnan de 30 welatî hatin kuştin û 390 jî birîndar bûn.

Ji berê wê biryara qedexeya çûn û hatinê li hundirê welat hate dayîn û heta demeke nediyar dê bidome.

Piştî alozî zêde bû, serokê bloka Sedr, cîgirê berê Hesen El Ezarî di saetên derengiya şeva din de ragihand ku Sedr dest bi grevê kiriye.

Li gel van pevçûn û bûyeran, çavkaniyekî siyasî da zanîn ku di navbera berpirsên hikumetê û fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê û Tevgera Sedr de dan û standin hene.

Serokê Hevbendiya Fetih û fermandarê Çarçoveya Hemahengiyê Hadî El Amirî bang li tevahî aliyan kir ku çekê bi kar neynin.

El Amirî bi daxuyaniyekê got: "Em banga agirbestê dikin, her wiha bang li hemû aliyan dikin ku çekan bi kar neynin. Bêyî diyalog û lihevkirin tu çare di navbera birayan de tune ye."

Serokwezîr Mistefa Kazimî jî bangên Muqteda Sedr û Hadî El Amirî yên rawestandina tundiyê pîroz kirin.

Kazimî bi twittekê got: "Ez bang li birêz Muqteda Sedr dikim ku tundiyê rawestîne û bang li Hadî El Amirî û her kesên beşdarî agirbestê bûne, dikim ku tundiyê bi kar neynin. Ez bang li hemûyan dikim ku li hember sekinandina rijandina xwînê berpirsyar bin."

BANGÊN AGIRBESTÊ

Fransayê têkildarî bûyerên li Herêma Kesk a li Bexdayê "metirsiya xwe" anî ser ziman û bang kir ku "xwe ragirin û pevçûnan rawestînin."

Di heman demê de sekreterê giştî yê NY´yê Antonio Guterres got: "Ez xwepêşandanên li Iraqê û agahiyên li ser kuştinan bi fikar dişopînim û banga aramî û xweragirtinê dikim. Her wiha bang li hemû aliyên li Iraqê dikim ku bi lez tev li diyaloga aştiyane ya der barê xebata siyasî de bibin."

Balyozên Brîtanya, Kanada û Amerîkayê metirsiyên xwe li ser bûyerên heyî anîn ziman û banga aramiyê kir û got divê xwepêşandan aştiyane bin û pêwîstiya welat bi saziyên aktîf heye ku li hember van astengiyan bisekine.

Serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî jî bi rêya telefonê bi Kazimî re axivî û hevgirtina xwe bi hikumeta Iraqê û tedbîrên wê re nîşan da. Li aliyekî din jî sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyd fikara xwe li ser bûyerên xeternak ên li Iraqê nîşan da.

Li ser paşxaneya nakokiyên li Iraqê, Wezareta Karên Hundir a Îranê ragihand ku sînorên bejahî yên bi ser Iraqê ve girtine.

Cîgirê wezîrê karên hundirîn ê Iraqê Mecîd Mîr Ehmedî li ser pêşdeçûn, tevlihevî û ferzkirina qedexeya çûn û hatinê li Iraqê got: "Sînorên bejahî yên komara Îranê û Iraqê heta demeke nediyar hatin girtin."

(fr)