​​​​​​​Yekemîn Kongreya Jinên Ermen dest pê kir

Îro li Hesekê bi dirûşma "Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe di şoreşa Rojava û parastina xaka Rojava de bi rêxistin dike" yekemîn Kongreya Jinên Ermenî dest pê kir.

​​​​​​​Yekemîn Kongreya Jinên Ermen dest pê kir
30 tebax, 2022   08:59
HESEKÊ

Nêzî 150 delege beşdarî Yekemîn Kongreya Jinên Ermen ên Meclisa Civakî ya Ermenî bûne, ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Her wiha nûnerên rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tev li kongreyê dibin.

Endama Meclisa Civakî ya Ermenan Lûsîn Erdniyan axaftina vekirinê kir û bixêrhatina hemû beşdaran kir.

Li gorî bernameya kongreyê, dê endamên Meclisa Civakî ya Ermen Losnak Kafûryan û Arbî Kasriyan û endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan, Hayastan Barbara biaxivin.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, tê payîn ku pêşnûmaya rêziknameya Yekitiya Jinên Ermen ku wê di kongreyê de bê ragihandin, were nîqaşkirin û pêşniyar û kongre bi daxuyanî û encamnameyekê bi dawî bibe.

Kongre bi pêşandana sînevîzyonekê li ser xebatên jinên Ermen ên di nava Meclisa Civakî ya Ermen de û bi axaftinan berdewam dike.

(hs)

ANHA