​​​​​​​Li Kampa Holê 3 kesên hewl dida birevin, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kesên ku di dema operasyona paqijkirinê ya li beşa sêyem a Kampa Holê de hewl dida birevin, girtin.

​​​​​​​Li Kampa Holê 3 kesên hewl dida birevin, hatin girtin
29 tebax, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kampa Holê 3 kesên ku hewl dan di dema operasyona paqijkirinê ya li beşa sêyemîn a kampê de birevin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine girtin.

Ji 3 kesên hatine girtin, yek jin e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesên hewl dan birevin, girtin û dest bi lêpirsîna wan kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25 Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dabû destpêkirin.

(cx)

ANHA