​​​​​​​TEV-DEM: Ji hewldanên dagirkeriya Tirk hişyar bin û ajantiya PDK`ê teşhîr bikin

TEV-DEM`ê li ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derbkirina îradeya gelê Kurd bi rêya lihevkirinên bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re hişyarî da. TEV-DEM`ê her wiha bang kir ku ajantiya PDK`ê ji dewleta Tirk a dagirker re were teşhîrkirin.

​​​​​​​TEV-DEM: Ji hewldanên dagirkeriya Tirk hişyar bin û ajantiya PDK`ê teşhîr bikin
29 tebax, 2022   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîla de, didomîne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro daxuyaniyek da, tê de bal kişand ser kiryarên PDK`ê yên dijberî gelê Kurd û hevkariya wê ya bi dagirkeran re. Her wiha banga xwedîderketina li gerîla kir.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser lihevkirinên ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hikumeta Şamê re îmze bikin û got ew hewl dide projeya demokratîk tune bike û siyasetên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tiştê dewleta Tirk dike, lawaziya wê û binkeftina siyaseta wê nîşan dide û wiha dewam kir: "Ji ber ku her tim di aliyên leşkerî û siyasî de û bi taybet li hember berxwedana gerîla û îradeya gelên berxwedêr têk diçe, hewl dide di vê qonaxa çarenûsî û girîng de doza kurdî bifetisîne, di aliyê navneteweyî de bi dawî bike û hewldanên dozen gel û pêkhateyên hevgirtî û yên li dijî dagirkerî û terora Tirkiyê yekdest in, tune bike."

Di dewama daxuyaniya xwe de, TEV-DEM`ê bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Kurdistanê, her wiha amaje bi wê yekê kir ku artêşa Tirk a dagirker rojane li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê derbên giran dixwe û windahiyên mezin dide. TEV-DEM`ê destnîşan kir ku PDK piştgiriyê dide artêşa Tirk a dagirker û wiha dewam kir: "Mixabin, ruxmî hemû bangewaziyên hêzên siyasî û nîştimanî û rêxistinên civaka sivîl ji bo PDK`ê jî, lê belê ew hîna xizmeta artêşa Tirk a dagirker dike. Tevgerên PDK`ê li wan herêman ên dûrî çand û nirxên cewherî yên gelê Kurd, hîna bi awayekî eşkere dikeve xizmeta dagirkeran û bi rêya vekirina korîdoran û rêyan ji bo artêşa Tirk a dagirker ê ku asê maye, jê re dibe alîkar ku ji dorpêçê derkeve. Ev alîkarî doza kurdî dixe xetereyê."

TEV-DEM`ê bang li hêzên siyasî, nîştimanî yên kurdistanî û rêxistinên hiqûqî û sivîl kir ku li hember lihevkirinên dagirkeriya Tirk dimeşîne baldar bin û got: "Israra PDK`ê ya hevkarî û ximzeta dewleta Tirk a dagirker ya li ser hesabê berxwedana gerîla û xwîna wan, sûc e, nayê qebûlkirin û dîrok rê nadiyê. Her wiha destkeftiyên gelê me dixe xetereyê."

TEV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Li dora berxwedana gerîla kom bibin û siyasetên PDK`ê ku dixwaze destkeftiyên me û berxwedana me teslîmî dewleta Tirk a faşîst bike, teşhîr bikin."

(cx)