​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Hesekê: Hêzên kurdistanî derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dixin

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hesekê di merasîma bîranîna şehîdên meha Tebaxê de piştrast kir ku hêzên kurdistanî rojane derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin û bi awayekî xurt bersivê didin êrişên artêşa Tirk.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Hesekê: Hêzên kurdistanî derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dixin
​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Hesekê: Hêzên kurdistanî derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dixin
​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Hesekê: Hêzên kurdistanî derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dixin
​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Hesekê: Hêzên kurdistanî derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dixin
29 tebax, 2022   13:13
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 93 şehîdên ji Hesekê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne merasîmek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê tevî malbatên şehîdan û zarokên wan, gelek fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Hesekê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan di merasîma bîranînê de amade bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bera El Salih axivî û wiha got: "Em li ber wan fedalariyên şehîdan ditewînin ku di rêya azadiya gelê xwe û jiyana bi rûmet de û ji bo em di aramî û ewlehiyê de bijîn, kirine."

Bera El Saleh herwiha got: "Em teslîmkariyê qebûl nakin û serî xwe ji kesekî re natewînin. Em ê li ber xwe bidin û rêya şehîan bişopînin da ku vî welatî biparêzin û serkeftinê pêk bînin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Remezan Hesekê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: Hîna jî dagirkeriya Tirk êrişî çiyayên Kurdistanê dike û çekên giran û yên qedexekirî bi kar tîne. Di heman demê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Bakurê Kurdistanê dike hedef."

Remezan Hesekê her wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku vîna gelan tune bike, desthilatdariya xwe ferz bike û li ser hesabê gelan Osmaniya nû vejîne. Ji ber wê PDK`ê li Başûrê Kurdistanê û ajan û sîxuran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne."

Fermandar Remezan Hesekê helwestên piştevanên dagirkeriya Tirk şermezar kirin ku ji bo berjewendiyên xwe pê re didin û distînin û wiha domand: Di serî de aliyên kurd, ajan û sîxur. Gelek şerm e ku kesek li dijî xelkê xwe destê xwe bide dijmin."

Remezan Hesekê soza tolhildana şehîdan, berdewamkirina têkoşîn û berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê û şopandina rêya şehîdan heya serkeftinê da.

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonekê têkildarî berxwedana HPG`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, QSD û wêneyên şehîdên meha Tebaxê bi dawî bû.

(hs)

ANHA